Di sala 2021’ê de li Cezayîrê bi dehan jin hatin qetilkirin

Lêkolîner û civaknasa Cezayîrî û şêwirmenda malbatê Sara Zagad dibêje ku nêzî ji sedî 35 jin rastî tundiyê hatine ku ev yek ji sêyeka jinên cîhanê bi şêweyên xwe yên cuda, ji tundiya devkî heta tundiya fizîkî, di asta kuştinê de ye, li gorî ku rêxistinên navneteweyî diyar kirine.

RABIA XERÎS
Cezayîr- Sala 2021’ê ji bo jinên Cezayîrê ne saleke hêsan bû. Ji destpêka vê salê û vir ve rêjeya tundiya li dijî jinan zêde bû. Tevî hewldanên mezin ji bo parastina wan û jiholêrakirina her cure cudakariya li dijî wan, tevî qanûnên navxweyî yên Cezayîrê bi peymanên dadwerî yên navneteweyî re jî dikare were gotin ku rêje şîdet zêde bû.
Sûcên hovane
Di nav tawanên hovane de yên ketin rojeva raya giştî û taybet de bûyera polîsekî çil salî ya hevjîna xwe û du keçên xwe yên biçûk li bajarokê "El-Tahir" li parêzgeha Cîcêl kuşt bû. Ew bûyer li yek ji bajarên peravê ku li rojhilatê paytexta Cezayîrê diket qewimî. Polîsê ku hevjîn û du zarokên xwe kuşt, piştre bi guleyek ku bera serê xwe da dawî li jiyana xwe anî.
Cotmeha borî, niştecihên parêzgeha Skikda (Rojhilatê Cezayîrê) bi tawaneke hovane şiyar bûn. Jineke ducanî hatibû kuştin. Hevserê wê ew bi çend derbên kêran kuştibû û dûre xwe daliqandibû dawî li jiyana xwe anîbû. Li gorî çapemeniya herêmê, jina ducanî di meha çaremîn a ducaniyê de bû, bi kêrê ji sîng û dilê xwe birîndar bibû û di encamê de ji ber zêde xwîn jê çûbû jiyana xwe ji dest da. Tê zanîn ku sedema derketina nakokiyan di navbera hevjînan de vedigere êş û azarên civakî yên ji ber bêkariya ku li ser mêr bandorê nebaş çêdike. 
Rojnamevan Tinhanan Laseb hat qetilkirin
  Di 26ê Çileya 2021’ê de, rojnamevana Cezayîrê Tinhanan Laseb ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin û tenê du roj beriya vê bûyerê, bi taybetî di 24’ê Çileyê de, Warda Hafiz, di çilsaliya xwe de û dayika pênc zarokan, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Piştî ku  hevjînê wê 3 caran bi çakûçê li serê wê xist û 5 kêr li dilê wê xist li pêş çavên keça xwe ya 6 salî jiyana xwe ji dest da. Beriya vê bûyerê bi çend mehan çîroka Şaîma ya 19 salî ku ji bajarê El-Taniyeyê hat revandin, û paşê dest avêtinê û bi saxî hat şewitandin, bû manşetên rojname, kanal û malperên herêmî û biyanî.
Di sala 2021’ê de 54 tewanên kuştinê
Hejmarên ku bi awayekî periyodîk ji aliyê malpera Facebookê ya taybet ku bi hejmartina kuştinên jinan li Cezayîrê eleqedar e, "Femensides Algerie" tên weşandin, eşkere dikin ku ji sala 2021’ê heta niha 54 cînayetên li dijî jinan hatine tomarkirin û di sala 2020’an de jî nêzî 60 tawanên din hatine tomarkirin lê belê ev hejmar li gorî komê rastiyê nîşan nade, ji ber ku sûcên nayên zanîn û eşkere nebûne jî hene.
Sara Zagad ji ajansa me re eşkere kir ku zêdebûna dosyayên destûrî yên tundiya li ser jinan bi taybetî di sala 2021’ de, ji ber sedemên sereke ye ku ya herî girîng kêmbûna asta jiyana kesan e. Xizanî di encama êş û azarên derûnî û tekoşîna hevjînan de ji bo dabînkirina pêdiviyên malê dibe sedema tundî û hovîtiyê. Lêkolînên ku hatine kirin îsbat kirine ku xizanî bi hin kesan re hestên hovîtî û tundiyê çêdike. Her wiha terbiyeya civakî ya ku li ser esasê dilşewatî, xemsarî, bêhêvîkirina zêde ya mêr a li ser hesabê jinan û newekheviya di navbera zayendan de bû sedema pevçûn û ferqa ku di encamê de şîdet ji aliyê yên bi hêz ve li ser aliyê qels tê meşandin. 
“Sînordarkirina azadiya jinan”
Sara Zagad teqez dike ku tevî qanûnên şîdeta li ser jinan sûcdar dikin jî rêjeyên destûrî her tim zêde dibin, bêyî ku behsa rewşên nediyar ên her cure zerarê bikin. Xwezaya civakê ya li ser bingeha hevgirtina malbatê azadiya jinan sînordar dike, ji ber ku azweriya wan ji hêrsa wan bi ser dikeve. Ji ber vê yekê ji bo parastina malbata xwe û girêdana xizmî di navbera xwe û kesê ku karên ne rind kiriye de çi bav, hevser an bira, tercîh dike ku tundiyê ranegihîne. Piraniya bûyerên tundûtûjiyê yên hatine ragihandin ji kesên biyanî ango ji derveyî derdora malbatê ya jinan e ku tu xizmek wan bi wan re nebûye. 
Seroka Komeleya Nûr a Jin û Zarokan Delîla Hisên ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinan diyardeyeke sîstematîk e ku koka wê ji hevsengiyê û nebûna dilovanî û dostaniya di navbera mêr û endamên heman malbatê de ye.
Li gorî ku ew dibêje, ev diyarde ji ber gelek sedemên kesayetî û derûnî zêde bûye, di nav wan de hebûna rêjeyeke bilind ji nexweşiyên derûnî yên mîna nexweşiya kesayetiyê, yan jî nexweşiya stresa piştî şokmayînê, ji bilî gumanbarî û çavnebariya zêde ya li ser jinan.
“Pîvanên civakî yên neyînê dibin sedema şîdetê”
Delîla Hisên eşkere dike ku çend sedemên din ên civakî li pişt vê diyardeyê hene, bi taybetî jî pêbendbûna bi bawerî, urf, kevneşopî û pîvanên lihevhatî li ser awayê pejirandî yê reftara mirovan. Ji ber vê yekê, pîvanên civakî yên neyînî yek ji faktorên herî xurt in ku di navbera hevjînan de dibin sedema şîdetê û yên herî mexdûr li hemberî tundiya li ser jinan.
Delîla Hisên her wiha di wê baweriyê de ye ku gelek sedemên siyasî li pişt tundiya li ser jinan hene û ew di warê zagon, siyaset û kiryarên ku ji ber wan çêdibin de rast nabêjin. Dibe ku ew qanûn û kiryaran rasterast di şîdeta li dijî jinan de rolek xwe ya rasterast hebin bi afirandina jîngehek ku destûrê dide yan tehemul dike û şîdetê rewa dike ji ber çarçoveyên qanûnî û siyasetê yên sînordar ên pispor ên pêşîlêgirtin û çareserkirina tundiyê. 
“Faktoren aborî jî bi xwe re meyla êrîşkariyê tîne”
Seroka Komela Nûr a Jin û Zarokan di nav faktorên din de amaje bi kêmbûna derfetên aborî dike ku ev jî bi kêmbûna kar û belavbûna bêkaran tê nîşandan. Ev faktor rasterast bi şîdetê ve girêdayî ye û metirsiya wê li ser jin û keçan zêde dibe û bi gelek awayan xuya dike. Wekî şîdeta nava malê, zewaca bi darê zorê û zewaca keçan beriya ku bigihîjin kemalbûnê.
“Ji bo çareserkirina tundiyê zagon dikarin werin pêşxistin”
Di nav çareseriyên pêşînyarikirî de, Delîla Hisên pêşniyar dike ku ji hemû warên qanûnê yên destûrî, ceza û îdarî sûdê werbigirin, ji bo ku ji destpêkê ve pirsgirêka tundiya li ser jinan bê çareserkirin û jinên ku rastî şîdetê tên bên parastin û piştgirî bê dayîn ji bo wan. Ew jî bi riya danîna bendên ku tê de hişyarkirina ji bo pêşîlêgirtina şîdetê, diyarkirina mafên kesên ku ji şîdetê bi bandor bûne û peydakirina parastina qanûnî ji wan re pêk tê. Her wiha avakirina saziyên pispor û encûmenên navbeynkar ji bo belavkirina hişyariyê û pêşkêşkirina bernameyên taybet ên malbatê ji bo parastina jinan ji tundiyê. Di heman demê de ji bo çareserkirina tundiya li ser jinan, zagonên ku nêzîkatiya pirzimanî dihewînin jî dikarin werin pêşxistin (civakî, derûnî, hiqûqî, malbatî) ew jî di pêkanîna hevkariya di navbera polîs, dadgeh, karûbarên civakî û pêşkêşkerên lênihêrîna tenduristiyê de.
Sekretera Neteweyî ya Karûbarên Jin û Malbatê di Tevgera Civaka Aştiyê ya Cezayîrê de Fatima Saidane, tundiya li ser jinan wekî mijarek hestiyar û xirab bi nav dike. Ji ber ku ew mijarek civakê temsîl dike û wiha dibêje: "Sedemên ku dibin sedema tundûtûjiyê cuda ne û dibe ku psîkolojîk, civakî û aborî bin û ji ber guheztina şert û tevgerên wan hewceyî lêkolînek kûr in.”
“Bi nexweşiya koronayê re mal ji bo jinan bûn cihên herî metirsîdar”
Fatima Saidane anî ziman ku ji destpêka belavbûna koronayê ve, mal ji bo jinan bûne cihên gelek metirsîdar. Ev yek jî bûye sedema zêdebûna hişyariyên bizîşkî yên vê dawiyê li ser nexweşiyên derûnî û dûrketinên tund ên reftarê. Her wiha ew sedemên berfirehbûna vê diyardeyê bi nebûna rola civaka medenî û heta malbatê di bilindkirina hişyariyê ve girêdide.
Çalakvana civaka sivîl û bi karûbarên jin û zarokan elqedar e Nebîla Bin Selîm di destpêka axaftina xwe ya bi ajansa me re diyar kir ku tundî diyardeyeke cîhanî ye û tenê bi civak, jîngeh û welatekî ve sînorkirî nîn e. Lê ya cihêreng ew e ku her civakek faktor û sedemên xwe hene ku hişt ev diyarde belav bibe, nemaze li dijî zarok û jinan, ji ber ku ew herî zêde li hemberî tundûtûjiyê di xeterê de ne. 
“Divê zagonên ku ferd ber bi civakbûnê ve dikşîne hebin”
Nebîla Bin Selîm dibêje ku li Cezayîrê, piraniya sedemên li pişt belavbûna vê diyardeyê vedigere zextên aborî û madî yên takekesî, wek nekarîna wî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe û malbata xwe. Ev rewş dihêle ku tundûtûjiyê bike, çi şîdeta fizîkî be, çi şîdeta devkî be û pir caran ew kes di nav heman malbatê de ye. 
Ji bo sînordarkirina vê diyardeyê, çalakvana Cezayîrî Nebîla Bin Selîm pêşniyara danasîna qanûnên nû li gorî cureyên mijarên ku ferd ber bi civakê ve dikşîne dike û bi tundî sepandina wan dike. Ev yek ji her kesê ku tê ceribandin zirarê bide partiyek, çi ji hêla psîkolojîk, devkî, an heta bedenî ve be asteng dike.
Di dawiya axaftina xwe de, Nebîla Bin Selîm teqezî li ser pêwîstiya balkişandina ser rola civaka sivîl bi belavkirina hişyariyê û damezrandina çandeke qanûnî dike ku pir caran ji hişê mirov dernakeve. Ji ber ku ew nizane ka ew yek ji mafê wî, bo nimûne, dozekê rake, yan bêdeng bimîne yan xwe biparêze.