“Di rêzefîlman de mafên jinan tên hedefgirtin û binpêkirin”
Der barê drama Tûnisî, bi taybetî rêzefîlmên "Baraa" û "Harga", Hîam Ferçîçî got: "Tiştê ku me dît ev e; "Baraa" ji temaşevanên asayî bigire heta elîtan, Wezareta Jinan û Yekitiya Jinan rexne ji her kesê girtiye."
NAZÎHA BOSAÎDÎ
Tûnis- Rêzefîlmên ku di meha Remezanê de li Tûnisê tên weşandin, bûn sedema nîqaşên di warê binpêkirina maf û destkeftiyên jinan de û mijarên kevnar ên li Tûnisê, wek zewaca bi dizî pêşkêş kir.
Seroka Yekitiya Niştimaniya Jinên Tûnisê Radiya Cerbî ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo guhertina rastiya me û kêmkirina bêedaletiyê bi her awayî pêwîstiya me bi xebatên sînemayê û hunerî heye û em ne hewceyî tu kesê ne ku me vegerîne demên berê lewre bi têkoşîna salane me ev qonax derbas kir.
“Tişta ku dramaya Tûnisê pêşkêş kiriye binpêkirina mafên jinan e”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Tişta ku drama Tûnisî diweşîne binpêkirina mafên jinan e, rûreşkirin û tundutujiyê bi awayekî herî xirab nîşan dide. Jinên Tûnisê, ji asta hemû tiştên ku di rêzefîlman de tên nîşandan derbas bûne û dixwazin bigihîjin cihên herî bilind ên biryargirtinê her wiha gelek serkeftin bi dest xistine. Mijar ne girêdayî awayê nirxandina dramî ye, girêdayî raman û baweriyan e, zêdebarî hebûna siyasetek zelal a ji bo bidesxistina destkeftiyên jinên Tûnisê.”
Li ser mijara pirzewaciyê ku drama Tûnisê bal kişand ser, razîbûna jinan a ji bo zewaca duyemîn a mêr ku ev yek binpêkirina xala 18’an a Qanûna Rewşa Kesane ye, çalakvana civaka sivîl Îhab Trabelsî got: "Ez dixwazim çîroka Arwa El-Qeyrewanî bînim bîra we ku Ebû Cafer El-Mensûr heyranê wî bû, dixwest pê re bizewice. Dema ku ew ji ber zilma Emewiyan direve, bavê wê xanî jê re dabîn dike û di wê demê de wê şert danî ku li ser wê bi yeka din re nezewice. Ji wê rojê ve peymaneke me ya zewacê a Qeyrewanî çêbûye ku nahêle mêr bi jina duyemîn re bizewicin.”
"Drama rastiyê ronî dike"
Ji aliyê din ve lîstikvan Amal Alwan ji ajansa me re axivî û got: "Drama ronîkirina rastiyê ye û tiştên ku rêzefîlmên Tûnisî vedibêjin ji bo me ne xerîb in. Wekî mînak zewaca bi dizî û tundiya li ser jinan diyardeyek in li welat û rêjeya wê piştî sala 2011'an bilind bû. Di civaka me de kesên ku pêwendiyan bi riya hevjiyana azad an jî zewaca dizî girê didin hene. Drama behsa rastiyê dike, belkî Baraa me bigihîjîne bertekên neyînî li ser her tiştên ku pêşkêş dike.”
Amal Alwan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ez bi xwe, heke armanc dermankirin be, tu pirsgirêkek min tune ye ku hemû fenomenên bêdeng ên li Tûnisê werin pêşkêşkirin. Jin dikarin xwe biafirînin, çi bi awayekî erênî çi neyênî yanî ji hemû mekanîzma û rêgezên ku wan diparêze û bi rê ve dibe, bi riya hişyarî û hestiyariyê, çi ji aliyê medyayê ve, çi bi kanalên tv. û çi ji aliyê înternetê ve.”
“Bi dramaya Tunisê ya van salên dawiyê hewl tê dayîn ku jin vegerin salên berê”
Helbestvan û nivîskar Malîka El Amranî di wê baweriyê de ye ku ya drama Tûnisî di van salên dawî de pêşkêş kiriye, vegerek li jinan e bo salên berê. Ew jî li ber ronahiya demên dijwar ên ku Tûnis di hemû astên aborî, siyasî û çandî de tê re derbas dibe û wiha dipirse: "Gelo yên ku dixwazin bi awayekî sîstematîk mafên jinan binpê bikin, ji bîr kirine ku jinên Tûnisê aktîvîst, serokên malbatê, parêzer, nivîskar, helbestvan, karmendên balafiran, ajokarên otobus, metro û balafiran û ramanwerên çîna bilind in.”
Der barê pêşniyarên muhtemel de, Malîka El Amranî teqezî li ser pêwîstiya pêdaçûna li stratejiyên karê medyayî û şanoyê kir, ji bo ku civak ji tundutujiyê derkeve, tawanan kêm bike û tiştên ku divê bên sererastkirin berî ku pir dereng bê çareserkiri.
“Pêşkêşkirinek bi guman û sosret”
Nivîskar û rexnegir Hîam Ferçîçî got: "Pirsên ku ji derhêner û temaşevanan tên kirin ev in, gelo şano di çarçoveya qanûnî û nirxên civakî de tevdigere? Gelo hin karakterên xeyalî yên ku veguherîn dramayê îmaja jinan xeran kirin an jî hişyariya giraniya rewşa jinan ava kirin? Bi vî rengî, ew peyamek zelal ji wergir re radigihîne ku li quncikên tarî yên divê neyên rakirin binêre.”
“Fîlm rexne ji saziyan û hemû beşên civakê girt”
Derbarê drama Tûnisî, bi taybetî rêzefîlmên "Baraa" û "Harga", Hîam Ferçîçî got: "Tiştê ku me dît ev e ku "Baraa" ji temaşevanên asayî bigire heta elîtan, Wezareta Jinan û Yekitiya Jinan rexne ji her kesê girtiye, bi riya serdestiya karakterê "Sî Wanas" û meseleya zewaca bi dizî û teslîmkirina jinan ji rastiyê re, ji ber ku jin di rewşeke metirsîdar de dijîn.”
Hîam Ferçîçî amaje bi wê yekê kir ku teşwîqkirina vê mijarê di demeke wiha de bûye mijarek bi guman û sosret, di demekê de ku jin di bin gelek navan de li dijî desthilatdariya mêr şer dikin û bi destkeftiyên xwe yên qanûnî ve girêdayî ne. Li aliyê din em dibînin ku rêzefîlma "Harga" binpêkirina mafên mirovan û jinan bi heman rengî nîşan dide û wêneyên têkoşîna rojane ya jinan dema li stasyonên trênê dixebitin, ew li Îtalyayê rastî îstîsmara fizîkî tên ji ber ku rewşa wan xirab e.
“Dramaya ku asta civakê tune dike û tinazê xwe dike jixwe jî dê were rexnekirin”
Her wiha da zanîn ku dramaya ku asta civakan tune dike û tinazê xwe dike, normal e ku rastî rexneyan were. Digel ku dramayên êşên jinan radixin ber çavan, wijdanan şiyar dikin ku tevî pêşketina qanûnê bala xwe bidin tiştên ku ew dijîn.
Rojnamevan û sendîkavan Sabera Traboulsi ji ajansa me re axivî û got: "Min li rêzefîlma ku îsal zewaca bi dizî pêşkêş kiribû tamaşe nekir lê ji ber meraqê min li hin beş an dîmenan temaşe kir, ji xeynî pêşniyara dramatîk ku wêneyê jinên Tûnisî yê ku ji hêla rêzefîlmê ve wekî jinek rûreş û qels hatiye pêşkêşkirin, tiştek din nedît.”
“Gelo nizanin ku welatê me 60 sal in bi zagona ku pirzewaciyê red dike tê birêvebirin”
Sabera Traboulsi îşaret bi wê yekê kir ku ya herî metirsîdar ew e ku zewaca dizî di bin perdeyeke olî de bê nîqaşeke zelal hat pêşkêşkirin û ev yek dikare peyamên veşartî ji bîneran re derbixe ku ev mesele rewa ye û dikare bandorê li ser wan bike nemaze li ser komên qels. Her çend fikra zewaca bi dizî di rêzenivîsa "Rojnivîsa Jinê" de hatibe pêşkêşkirin jî ew bi tevahî cuda bû, ji ber ku ev celeb zewac wekî neqanûnî pêşkêş kir û bertekên wê li ser malbatê hatin destnîşankirin.
Komeleya "Denên Jinan" rexne li naverok û ramana rêzefîlma "Baraa" kir û pirsî; "Gelo xwediyê rêzefîlmê nizane ku welatê me li ser zagoneke 60 salî û zewaca dizî û pirzewaciyê sûcdar dike tê birêvebirin? Ma ew nizane ku zewaca bi dizî û pirzewac şekleke tundiya li dijî jinan e? Ma ew nizane ku divê berhemên hunerî bi nêrînek rexnegir û reformîst ku civakan pêşve bibin, ronî bikin û balê bikşînin ser pirsgirêkên civakê.