Di navbera terikandina mêrê tacîzkar an jî prensîba efûkirinê de tu bijarte li pêş jinan nîn e
Di mijara tundutujiya nava malê û bi gelemperî nebûna bijardeyê li pêş jinên şîdetî dibînin rê tune ne. Hinek ji wan hevserên xwe terikandine hinek serî li prensîba lêborînê didin.
NECAW RAHIM
Cezayîr- Ji destpêka sala 2022'an vir ve, Malpera Viminicid a Cezayîrê sêzdeh cînayetên li dijî jinan teyît kir. Hejmarek ku bêguman kêm tê hesibandin e, bi taybetî di nebûna amar û hejmarên fermî yên rayedarên berpirsiyar de. Vê yekê kir ku rêxistin û çalakvanên femînîst daxwaza pêdaçûna qanûnên li dijî tundutujiya nava malê bikin. Nemaze piştî ku tundî di civakê de bi awayekî berfireh belav bûye ku ev yek bi awayekî rojane pêk tê, bi taybetî ji aliyê xizman ve.
Kalsûm Raxîla ya 33 salî di 13’ê Sibatê de, li Boumerdes a 45 km. li rojhilatê Cezayîrê, di apartmanek de ku berî mirina xwe kirê kiribû, da ku bikaribe danîngeha zarokên xwe bistîne hat kuştin, li gorî tora bi navê Wassila.
Tora Wassila diyar kir ku Kalsûm Raxîla ji Tebaxa 2021'ê û vir ve ji mala hevserê xwe derketibû. Piştî ku rastî gefên kuştinê ji aliyê hevserê xwe ve hat ev yek pêk hat.
Tora Wassila nebûna parastina qurbaniyên tundutujiyê şermezar kir. Ji ber ku qurbanî serî li çend aliyan dabû, gotibû ku gefa kuştinê li wê hatiye xwarin û zarokên wê di metirsiyê de ne, lê ev serlêdan bêencam mabûn.
“Salek bi zorê li cem hevjînê xwe ma rastî tundiyê hat lê hemû rê lê hatin girtin”
Parêzer Feryal Xelîl ji ajansa me re axivî û got: "Kalsûm Raxîla salek bi zorê li cem hevjînê xwe ma û rastî tundiyê hat lê piştî gefa kuştinê lê hat xwarin, ji malê derket û gelek caran tev li torê dibû bi mebesta ku bibe alîkar ji bo peydakirina xaniyek piştî ku hemû rê li pêşiya wê hatin girtin piştî hevberdana ji hevserê xwe yê tacîzkar. Tora Wassila berê wê da Dezgeha Parastina Zarokan ku di encamê de bi dadwerê zarokan li Dadgeha Boumerdes re têkilî danî yê ku danîngeha zarokan da dayikê bi şertê ku dayik niştecihbûnê bi dest bixe.”
Feryal Xelîl diyar kir ku qurbanî piştre li ber çavên her du zarokên xwe yên 10 û 3 salî rastî lêdanê hatiye û dûre bi kêrê hatiye kuştin.
Parêzer Feryal Xelîl da zanîn ku dema jin rastî lêdanê tên û belgeya bizîşkî ji bo îsbatkirinê dide divê tacîzkar heq û tazmînatê bide û dema jin rastî şîdetê tên nabe navbeynkarî bê kirin. Bi riya qanûna ku behsa efûkirinê dike ji bo kêmkirina rêjeya şîdeta nava malê.
“Ger saziyên perwerdeyê li Cezayîrê cih bidin têgeha wekheviyê dê zarok baş mezin bibin”
Civaknas Fatima Oussedik got: "Pêkanîna vê metnê li dijî îdeolojiya serdest a li Cezayîrê ye, zilam serokê malbatê ye, rêzdar e û li ser jin û zarokan xwedî hemû mafan ne. Ger saziyên perwerdeyê yên li Cezayîrê zêdetir cih bidin têgeha wekheviya jin û mêr, zarokên me dê bi wê baweriyê bên mezinkirin ku ew di maf û erkên xwe de wekhev in, çi jin, çi xwişk û çi dayikên wan bin.”
Fatima Oussedik awayê giliyên li dijî şîdeta nava malê, bi şandina gilî û zexta li ser mexdûran, gelek caran ji hêla malbatê û carna jî ji hêla polîs ve, şermezar kir û got ku jin gelek caran ji temamkirina prosedurên gilîkirinê bêhêvî ne. Ji ber efûkirina di xala 49'an a Qanûna Malbatê ya sala 2015'an de ku prensîba lihevhatina di navbera hevseran de destnîşan dike heye. Divê jin ji bo xatirê zarokên xwe efû bikin, sebir bikin û hevjînê xwe efû bikin.
“Ji ber ku jin riya çareseriyê nabînin neçar dimînin efû bikin dawiyê jî tên kuştin”
Civaknas Xedîce Boussaid jî got: "Jin gelek caran neçar dibin efû bikin ji ber zehmetiyên darayî yên ku bi wan re rû bi rû dimînin. Ger mirov li hejmarên wezîfdarkirina jinan binêre, ji sedî 17 jin bê mûçe dixebitin, nikarin xanî peyda bikin û gelek caran malbatên wan piştî hevberdanê zarokan qebûl nakin. Ji ber vê yekê ew bê stargeh dimînin, ev jî di dawiyê de dibe sedem ku lêborîn an efûkirina kesên destdirêjî li wan kirine qebûl bikin. Ji ber vê yekê jî bûyerên kuştin û şîdeta li ser jinan zêde dibe. Li gorî bûyerên ku di malpera Viminicid de hatine tomarkirin, di sala 2021’ê de herî kêm 55 bûyerên kuştina jinan li Cezayîrê hatine tomarkirin.”
Xedîce Boussaid di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Sûcên kuştinên jinan li her derê hene, ya esasî ew e ku civak û hiqûq bi wan re çawa tevdigere.”