Di doza Pinar Gultekîn de biriyara darazê xira bû

Ji ber daxwaznameya parêzerê malbata Gultekîn Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî ya derbarê malbata Cemal Metîn Avci yê Pinar Gultekîn qetil kiribû ya “Cihê ku malbata faîl were darizandin nîne” xera kir.

 
Mugla - Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn 16’ê Tîrmeha 2020’an li Mûglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Dadgeha herêmî biryar dabû ku têkildarî doza Pinar Gultekîn cihê darizandina dê, bav û şirîkê Cemal Avci nîne. Dadgeha Bilind ev biryara dadgeha herêmî xera kir. 
Parêzerê malbata Gultekîn, Rêzan Epozdemîr li dijî biryara dadgeha herêmî bi daxwaznameyeke ji 9 xalan pêk dihat serî li Wezareta Dadê da. Dadgeha Bilind, daxwaznameya parêzer Epozdemîr nirxand û biryara dadgeha herêmî ya derbarê malbata Cemal Metîn Avci yê Pinar Gultekîn qetil kiribû ya “Cihê ku malbata faîl were darizandin nîne” xera kir. 
Di daxwaznameyê de ev tişt hene: “Me di destpêka lêpirsînê heta niha difikirîn ku ev cînayet tena serê xwe nehatiye kirin û delîl tena serê xwe ji holê nayê rakirin. Ligel vê jî derbarê Selîm Avci, Ayten Avci û Şukru Gokhan Orhan de biryara “cihê darizandina wan nîne” hat dayîn. Me jî serî li Dadgeha Bilind da û îtîraza me hat qebûlkirin. Ligel vê biryarê wê derbarê dê, bav û hevkarê bersûc de îdianame were amadekirin û pêvajoya hiqûqî dest pê bike.”