Di doza destdirêjiyê de, kesên tecawizkar hatin berdan!

Derbarê kiryarên ku destdirêjiyê li Eda Nur Kaplan kiribû û wê ber bi xwekuştinê ve birin, biryara bereatê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Danişîna biryarê ya doza Yusuf Guzelyurt û Mehmet Ardiçogluyê ku li Enqereyê destdirêjî li Eda Nur Kaplan kiribûn û ew ber bi întîharê ve biribûn, ji sûcê "îstîsmara zayendî" dihatin darizandin hat dîtin. Parêzerên Eda Nur Kaplan û gelek jin beşdarî danişîna li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin bûn.

“Em bi edaleta daraza xwe bawer in”

Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê mafê axaftinê da kiryaran. Gotina herî dawî ya kiryaran bû “Em bi edaleta dewleta xwe û daraza xwe bawer in. Em daxwaza beraetê dikin.” Dadgeha ku piştî van gotinan biryara xwe eşkere kir, derbarê kiryaran de biryara beraetê da. Di heman demê de biryara rakirina tedbîra edlî ya Mehmet Ardîçog jî hat dayîn. Kiryar Yusuf Guzelyurt ji ber dosyayek din hatiye girtin, nayê berdan.