Di derbarê rojnameger Ayşe Kara de biriyara beraetê

Di derbarê rojnameger Ayşe Kara ya ji doza bi sûcê "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de biriyara beraetê.

 
Amed - Bi hinceta Rojnameger Ayşe Kara beşdarî meşa 2016'an ku lê nûçe şopandiye bûye, endama Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ên bi KHK'ê hatine girtine, li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) faliyet daye meşandin bi îdiaya "Endama rêxistina bi çek e" doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya doza li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojnageter Ayşe Kara beşdarî rûniştinê nebû, parêzerê wê Resûl Temûr li rûniştinê amade bû. 
Dozger di mutalaya ku da de xwest Ayşe ji ber "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin. 
Parêzerê Ayşe Kara Resul Temûr li dijî muetalayê parastin kir. Dadgehê derbarê qedexeya derketina derve ya Ayşe de tu biryar neda û biryara beraetê da.