Di derbarê Leyla Guven de îdianameyek nû hat amadekirin

Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, hat dîtin. Dema ku Leyla Guven di danişînê de hîn bû der barê wê de îdianameyeke nû tê amadekirin, parêzerê wê ji bo parastinê dem xwest. Danişîn taloqî 11’ê Nîsanê hate kirin.

Amed – Danişîna duyemîn a doza li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla Guven dema bi Sîstema Deng û Agahdariyê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû, parêzerê wê Serdar Çelebî li salona dadgehê amade bû.
"Axaftin şaş hatine werger kirin"
Leyla Guven diyar kir ku axaftina Kurdî ya ku pispor werger kiriye gelekî şaş hatiyê werger kirin û xwest CD’ê ku axaftin tê de cih digre û parvekirin ku di medyayê de parvekiriye jê re bên şandin. Heman demê Leyla Guven diyar kir ku der barê wê de îdianameyeke nû hatiye amadekirin û xwest îdianame ji wê re bê şandin.
"Danişîn taloqî 11’ê Nîsanê hat kirin"
Parêzer Serdar Çelebî jî der barê îdianameya tê amede kirin de ji bo parastinê dem xwest û xwest daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin. Serdozgeriyê jî xwest ku kêmasî bên sererastkirin. Dadgehê biryar da ku îdianameya nû ya ku bi qeydên deng CD’ê û dîmenên medyayê hatiye amadekirin ji Leyla Guven re bê şandin û daxwazên wan yên dem bên qebûlkirin. Di danişîna berê de daxwaza reddi dadger a Serdar Çelebî hatibû redkirin. 
Dadgehê danişîna din taloqî 11'ê Nîsanê kir.