Di daraza Misrê de gava wekheviya zayendî

Serokomarê Misrê di daxuyaniyek fermî de diyar kir ku ji meha cotmehê û şonde dê di darazê de wekheviya zayendî bidin çêkirin û li gorî wê di darazê de jinan peyîwirdar bikin.

Misir – Di encama hevdîtina Serokomarê Misrê û Desteya Bilind a Darazê de biriyar dan ku gelek jinan di darazê de peyîwiridar bikin. Serokomar daxuyaniyek nivîskî da û got: “Dê di meha cotmeha pêşiya me de hakimên jin ên di serdozgeriya komarê de cîh bigirin dest bi peyîwirê bikin.” Serokomar di daxuyaniyê de wekheviya jin û mêran di darazê de weke gavek bingehîn nirxand.