Di biryara bi hincet a ku 8 meh şûnde hat eşkerekirin de kiryar hatin parastin

Pismamên ku di sala 2016’an de li Şemzînanê destavêtin E.Y., xwestin qetilbikin û ber bi xwekujiyê ve birin; Nîhat, Veysî û Zahîr Yilmaz di biryara ku 8 meh şûnde der barê beraetê de hat ragihandin de delîl hatin paşguhkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Di dîroka 27’ê Gulana 2016’an de li gundê Meleya Zerza ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 pismamên bi navê Nîhat Yilmaz (31), Veysî Yilmaz (35) û Zahir Yilmaz (32) destavêtin zaroka 11 salî E.Y û piştî vê yekê wê ji kendalekî avêtin da ku qetilbikin. Piştî zaroka ku ji kendalê birîndar xilas bû, tiştên ku jiyaye li nexweşxaneyê vegot û 3 kiryar hatin girtin. Dema ku kiryar di girtîgehê de bûn hem zarok hem jî malbata wê rastî gefên xizmên kiryaran hatin. Piştî ku kiryar ji ber “nebûna delîlan” piştî 7 meh binçavkirin hatin berdan, zaroka 11 salî li mala xwe bi awayekî gumanbar bi çekê jiyana xwe ji dest da. Mirina zarokê weke ‘xwekujî’ hat qeydkirin.

Doza der barê mirina bi guman a E.Y. de ku weke “neşopandin” hatibû dayîn, piştî 7 salan dîsa hat vekirin. Roja ku zarok jiyana xwe ji dest da bav, Bazît, birayê wê yê mezin Omer û endamên din ên malbatê di 3’ê Nîsana 2024’an de bi gumana “qetilkirina bi qestî” hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 5 rojan bira Omer Y., di 8’ê Nîsanê de bi îdiaya “qetilkirina bi qestî” hat girtin. Hinceta sedema girtina bira kirin “rapora swap”. Ji ber ku rapor piştî 7 salan ket dosyayê, bertek û gumanên li ser dozê zêde kir.

Di doza ku der barê kiryaran; Nîhat, Veysî û Zahîr Yilmaz de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Geverê bi hinceta “îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk li ser zarok” û “Bi zorê, gef û hîleyê kes ji huriyeta xwe bêpar hiştin” ji bo her kiryarekî 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Doza ku li Dadgeha Îstînafê hat betalkirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Geverê dîsa hat dîtin. Derbarê dozê de di 3’ê Mijdara 2023’an de jî heman dadgehê biryara beraetê da kiryarên dozê. Biryara bi hinceta biryarê piştî 8 mehan hat eşkerekirin.

Biryara bi hincet piştî 8 mehan hat ragihandin

Di biryara bi hincet a ku ji 47 rûpelan pêk tê de, ku tê de qeydên HTS yên telefonên destan ên kiryaran di dosyaya dozê de cih digirin, nîşan dide ku di heman demê de li cihê bûyerê bûne û encamên krîmînal jî hene, hat destnîşankirin ku bi hinceta “delîlên têr nehatine dîtin” biryara beraetê hatiye dayîn. Di pêvajoya darizandinê de îfadeyên berovajî yên kiryaran ev in: “Her çiqas di îfadeyên ku di qonaxên destpêkê yên dozê de dane û îfadeyên ku piştre dane de cudahiyên qismî hebin jî, ji ber tirsa ku di bûyerek nediyar de sûc li ser wan bimîne, dibe ku hinek mijar bi tevahî rave nekiribin, her wiha di qonaxên pêş yên darizandinê de jî hat fêmkirin ku wan îfade û parêznameyên samîmî yên di heman aliyê delîlan de dane (li ser xisûsên ku qismî li dijî wan in) jî.

Di biryarê de ev tişt hatin gotin: “Qeydên HTS li dijî bersûcan nayên nirxandin, sûcên bersûcan ji bilî îfadeyên razber û îdiayan bi tu delîlan nayên piştgirîkirin û her çend bersûc Nîhat Yilmaz, Veysî Yilmaz û Zahîr Yilma, bi îdiaya “Îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk li ser zarok û bi zorê, gef û hîleyê kes ji huriyeta xwe bêpar hiştin” tevî ku dozek giştî hat vekirin û ji ber sûcên ku kirine bên cezakirin jî; darizandina hatî kirin, delîlên hatine berhevkirin û tevahiya dosyayê hat fêmkirin ku delîlên têr, ji her şêwe gumanan dûr, teqez û îqnakar ji bo tawanbarkirina bersûcên sûcên ku ji ber wan hatine sûcdarkirin nayên bidestxistin û ji ber ku nehatiye îspatkirin ku sûcên ku ji aliyê bersûcan ve hatin kirin, ji hev cuda beraeta wan…”

‘Hewl didin tiştên ku qewimîne bidin paş’

Yek ji parêzerên dosyaya ku derbarê mijarê de em gihiştinê, Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Colemêrgê Nûkeyf Onursal, diyar kir ku biryara bi hincet bi rewşa hiqûqî re li hev nayê û biryar bi temamî li ser malbata zarok hatiye nivîsandin. Nûkeyf Onursal, anî ziman ku biryara bi hincet bi îfadeya şahidê veşartî ku piştre îfade da, tevî delîlan bêyî ku behsa kiryarên rastî bike, hatiye amedekirin û got: “Bi salane di doza E.Y. de merciya darazê ya ku di dozê de tedbîrên pêwîst negirt û tenê bêhiqûqî berdewam kir û zêde kir, li dijî biryara beraetê biryara bi hincet ku aqil nagire, pêşkêş kir. Bi guhnedana hemû delîlên di dosyayê de, ew li ser bingeha îfadeyên bersûcan bi xwe hewl didin kesek bi tevahî cûda ku ji hêla bersûcan ve hatî destnîşan kirin wekî gumanbarê îstîsmarê nîşan bidin. Her wiha der barê malbata E. de ku beriya berdana bersûcan 9 meh li gel wan ma, lêpirsîn hat destpêkirin; Ev biryara berdanê ya ku zemînê xwekuştina zarok vekir, ev binpêkirina giran û cidî ya erka parastina zarokan û hemû tundiya derûnî ya gundiyan tê rewa kirin û hewl tê dayîn ev tişt hemu bidin paş.”

‘Divê pêvajo li ser zemînê hiqûqî bê domandin’

Nûkeyf Onursal, diyar kir ku ew ê biryarê bibin dadgeheke bilind û wiha got: “Em daxwaz dikin ku zextên daraz yên li ser Omer Y. ê ji ber li dijî binpêkirinên mafên ên bi salan di doza E.Y de tên meşandin, bi dawî bibe û bê berdan. Em banga xwe nû dikin ku ev pêvajoya derveyî kontrolê li ser bingehên hiqûqî bê domandin.”

‘Tiştên ku kirine ji ber çavên min naçin’

Di rojnivîska E.Y. ya ku piştî bûyerê derket holê û tevî ku pêşkêşî dadgehê hat kirin jî di dosyeyê de nehat bicih kirin, ev îfade hebûn: “Ger ez ji cihekî dest pê bikim divê ez ji xiyanetê dest pê bikim. Ji ber ku îxaneta herî mezin li min hat kirin, kesê ku herî zêde jê bawer bûm, ji pişt ve li min xist. Ji aliyekî ve ez li ser tiştên ku kir fikirîm, lê wate nadimê. Ya Rebbî, arîkariya min bike, ez çi dikim nabe. Ez bimirim nabe, biçim nabe, nizanim çi bikim. Ger ez xwe bikujim dê malbata min bişewite lê bijîm dê pir zehmet be. Ez ê çawa bikaribim vî barî rakim? Xwedayê min, canê min bibe û ez xilas bibim. Ey Xwedayê min, her ku ez li ser wê şevê difikirim, çima ez nemirim, çima te ev canê min negirt. Malbat û birayê min zextê li min dikin ku ez ji wan re bêjim. Ger ez bêjim birayê min ê zerer bibîne. Tiştên ku kirine ji ber çavên min naçe.”