Delîla Husên: Ev pêngav ji bo parastina jin û zarokan e

Jinên ku li cezayîrê ji hevjînên xwe vediqetin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Mêr piştî hevberdanê dizewicin lê dema ku jin hewldaneke wisa dike rastî astengiyan tê û ji ber wê yekê ew mêr, bi girtina zarokan tên tehdîtkirin.

 
NECWA RAHIM
Cezayîr-  Berpirsa Komeleya Nûr a Jin, Malbat û Zarokan, Delîla Husên, destnîşan kir ku armanca pêngava ku Komeleya Nûr daye destpêkirin, parastina zarok, jin û mafên wan e.
Di 27ê Adarê de, Komeleya Nûr a Jin, Malbat û Zarokan, pêngavek ji bo venêrîna pirsgirêkên hiqûqî, civakî û aborî ku dikevin nav çalakî û berjewendiyên komeleyê da destpêkirin.
Ev pêngava ji bo parastina malbat û zarokan piştî nîqaşkirina mijarê bi profesorên akademîsyen, lêkolîner û parêzerên ku bi pirsgirêkên malbatê re eleqedar dibin re pêk hat her wiha bi wan dayikên ku zarokên xwe xwedî dikin re, li ser çarenûsa malbatê ya piştî hevberdanê nîqaş hatin kirin.
“Ez dixwazim ji nû ve jiyana xwe ava bikim”
Îman Bilêl yek ji jinên jiyana xwe ya zewacê bi dawî kiriye, ji ajansa me re got; "Dema ez ji hevjînê xwe veqetiyam, ducanî bûm, temenê min wê demê 28 salî bû. Niha ez 34 salî me û ez dixwazim bizewicim û jiyana xwe ava bikim. Hevjînê min ê berê jiyana xwe ji nû ve ava kiriye û niha zarokên wî hene. Keça min mezin dibe û ez wê xwedî dikim, ji bo wê ez kar dikim.”
Der barê tiştên ku jiyane de, dibêje; "Ez bi hevjînê xwe yê berê re li ser pirsa zewaca xwe ya careke din peyivîm, wî gef li min xwar û got ku dê keça min ji dest min bigre. Ji ber wî ez ji tirsa windakirina zaroka xwe ez careke din nezewicîm. Dayik ji bo zarokên xwe jiyana xwe derbas dikin. Min bi gelek komeleyan re hevdîtin kir lê dengê min di Komeleya Nûr de hat 
bihîstin û wan gelekî alîkariya min kirin.”
Radiya Belhoşet jî çîroka zewaca xwe wiha vegot: "Piştî ku hevjînê min ê berê bi zewaca min hesiya, min danîngeha keça xwe ji dest da. Dema ku ez ducanî bûm hevjînê min dev ji min berda, heya navê keça xwe jî nizane. Ji keça xwe re tu diravê neşandiye, dema ku dayika wî dît ez ducanî me, agahî da wî da ku keça min ji min bistîne. Ez bi hemû tedbîrên qanûnî rabûm lê hin valahiyên qanûnî hebûn ku mafê min ê danîngehê ji dest min girtin. Jixwe ew bi xwe careke din zewicî û zarokên xwe jî hene.”
Divê ku di qanûna malbatê ya Cezayîrê de lêvegerek çêbibe
Seroka Komeleya Nûr a Jin, Malbat û Zarokan, Delîla Husên, bawer dike ku encamên madeya 66’an a Zagona Malbatê bandorên neyînî çêkiriye û got: "Ev tişt bû sedem ku em zemînek xebatê bibînin da ku di qanûna malbatê ya Cezayîrê de lêvegerek çêbibe û bigihîjin rayedarên berpirsyar û biryargirtinê. Ji bo dîtina çareyên ji bo parastina zarokan misoger bikin û mafên jinên piştî veqetînê diparêze bibînin.” 
Seroka komeleyê bang kir ku ji nû ve li qanûnên taybet ên girêdayî danîngehê di malbatên Cezayîrê were dîtin da ku formeke qanûnî- civakî ji bo pêkanîna hevsengiya di navbera her du aliyan de pêk were. 
Armanc bi vê pêngavê mîsogerkirina mafên jin û zarokan e  
Delîla Husên got ku armanca giştî ya pêngavê ewlekirina sûd û berjewendiyan e û derfetdayîna ji bo jinên hevberdayî ye. Mebestên din jî hene, di nav de dabînkirina danîngeheke ewledar a zarok, lênihêrîna derûnî û zanistî û dabînkirina aramiya hestiyarî ji bo zêdebarî parastina jinên ku zarokên xwe xwedî dikin û misogerkirina mafên wan û zarokan e.
Her wiha daxwaz kir ku danîngeha dayikê neyê betalkirin, heya ku hevjînê wê di ezmûnek psîkolojîk û lêpirsînên der barê rewşa wî ya aborî û exlaqî de derbas nebe biryar neyê girin û wiha bi dawî kir: “Ev pêngav, bi pêşniyaran derket, di nav de afirandina meclisên navbeynkariyê yên dûrî dadgehan, ji bo belavkirina haydarbûnê ku ew jî ji aliyê komeleyên ku bi karên malbatî re eleqedar dibe tê kirin, vekirina nîqaşan bi saziyên hiqûqî û pisporên di warên din de û balkişandina ser pirsgirêka geşepêdana mirovî.