Dayikên Aştiyê xwe amade dikin ku li dijî tundiya polîsan serî li AYM’ê bidin

Dayikên Aştiyê û xizmên wan ên ku ji bo qebûlkirina daxwazên grevên birçîbûnê yên di Mijdara 2018’an de li girtîgehan hat destpêkirin û di Gulana 2019’an de bi dawî bûn, çalakiya rûniştinê li dar dixistin, di çalakiya xwe de gelek caran rastî lêdan û heqaretan hatin. Dayikên ku hatin derbkirin, di vê pêvojeyê de çûn dozgeriyê û serlêdana sûc kirin. Dema ku walîtiyê bi hinceta "sûc nayê dîtin" destûr neda lêpirsînê, Dadgeha Îstînafê ya ku parêzeran serî lê dabûn jî heman biryarê girt. Parêzer dê vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Siyasetmedar Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de ji bo şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî Leyla Guven bi taybetî li girtîgehan gelek kes tevli greva birçîbûnê bibûn. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê gihiştin armanca xwe, ez li bendê me ku çalakî bi dawî bibin” Leyla Guven di roja 200’emîn de dawî li çalakiya xwe anî. Di dema grevên birçîbûnê de Dayikên Aştiyê û xizmên wan ên ku ji bo qebûlkirina daxwazan û bidawîkirina grevê daketin qadan, di dema çalakiya xwe de ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û li erdê hatin kişandin. Dayikan ji ber heqaret û lêdana ku di vê pêvajoyê de dîtin serî li dozgeriyê dan û serlêdana sûc kirin. Walîtiya Amedê ya ku destwerdana fizîkî û heqareta li dayikan weke “sûc nayê dîtin” nirxand, der barê serlêdana sûc de destûr neda lêpirsînê. Serlêdana parêzerên ku ji bo rakirina destûra redkirinê serî li Dadgeha Îstînafê dabûn jî bi heman hincetê hat redkirin. Parêzer dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Der barê 49 polîsan de lêpirsîna pêşwext hat kirin
Hayriye Turkekul, Yaşar Akboga û Rabîa Ataş ên ku piştî mudaxeleya çalakiya rûniştinê ya 5'ê Gulana 2018'an li Parka Koşuyoluyê xwestin li dar bixin û bi gotinên heqaret û gefxwarinê rastî lêdanê hatin, piştî bûyerê çûn dozgeriyê û giliyê der barê polîsên ku wan derb kirine de, kirin. Piştî îfadeyê der barê 49 polîsên ku 2 jê nobedarên taxê bûn de lêpirsîna pêşwext hat vekirin. Walîtiyê bi hinceta di çalakiyê de tevgera li hemberî dayikan "sûc nayê ditîn" destûr neda lêpirsînê.
Îtiraza ku hat kirin, hat redkirin
Piştî biryarê parêzeran ji bo destûra ku nehat dayîn bê rakirin ji bo Dadgeha Îstînafê serlêdan kirin. Odeya Dozê ya Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê ku bersiva serlêdana parêzeran a rojên borî kiribûn da, îtîraza ku ji bo betalkirina biryarê hatibû kirin red kir. Di biryara ku ji parêzeran re hat teblîxkirin de ev agahî cih girtin: 
"Di xala 256’an TCK'ê ya bi jimareya 5237'an de, ku hevwateya xala 245'an a TPC'ê ya di hukmê veguheztinê de ye, bi sernavê ‘derbaskirina sînorê bikaranîna hêza bi darê zorê ye’, ‘ger ku rayedarekî giştî yê xwedî bikaranîna hêza darê zorê ye, di dema pêkanîna erka xwe de, li dijî kesan derveyî pîvana erka xwe hêzê bi kar bîne, der barê sûcê birîndarkirina bi qestî de dê hukmên wê werin sepandin. Hat fêmkirin çalakiya polîsên ku di bûyerê de lêpirsîna pêşwext li wan hatiye kirin, bi derbasbûna yan jî ne derbasbûna sînorê bikaranîna hêzê ve girêdayî ye û di vê wateyê de pêwîst e li gorî bendên giştî li gorî bendên ku hatine veguheztin li ser van îdiayan lêkolîn bê kirin. Ji ber vê yekê ev beşên biryara îtîrazkirî ne li gorî qanûnê ne.”
Parêzer dê dosyayê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn
Her wiha di biryarê de der barê erkdarên ku navê wan di dosyayê de cih digre re jî hat gotin ku "Cih dayina biryarê tune ye." Parêzer ji ber xilasbûna riyên navxweyî dê serlêdanên dayikan bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).
Çi qewimî bû?
Bi armanca piştgirîdayîna siyasetmedara Leyla Guven a ku di Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû, bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin 7 meh berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên wan ên ku xwestin daxwazên girtiyên ketine greva birçîbûnê bên qebûlkirin û dawî li grevê bê, her roj bi daxuyaniya çapemeniyê daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên ku daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn, di vê pêvajoyê de gelek caran hatin derbkirin û li erdê hatin kişandin. Li gel derb û heqaretan gelek dayik, piştî mudaxeleya ku hat kirin, hatin binçavkirin. Piştî ku daxwaz hatin qebûlkirin, grev di 26’ê Gulana 2019’an de bi dawî bû.