Darizandina parlamenter Halîde Turklogû hat rawestandin

Di doza derbarê Berdevka Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû hatiye vekirin de, ji ber “parêzbendiya qanûndanîn” biryara rawestandina darîzandinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Der barê Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û parlamentera Amedê Halîde Turkoglû de ji ber endamtiya Komeleya Lêkolînê û Pêşvebirinê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û Kongreya Jinan a Azad (KJA) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate vekirin.

Di doza ku li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin de, ji Halîde Turkoglû re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Biryara hat dayîn ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê ve hat xerakirin. Di danişîna Halîde Turkoglû tevlinebûyî de parêzerê wê Resûl Temûr amade bû.

Dadgehê ragihand ku belgeyên ku Turkoglû parlamenter hatiye hilbijartin an na ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr hatibûn xwestin hatine. Parêzer Resûl Temûr bi bîr xist ku di danişîna beriya niha de ji bo biryara rawestandina darizandinê bê dayîn biryara li benda belgeyan bimînin hatibû dayîn û got ku muwekîla wî di hilbijartinê 14’ê gulanê de weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Temûr da zanîn ku muwekila wî di xala 83'emîn a Makeqanûnê de bi hilbijartina parlamenteriyê parêzbendiya qanûnî bi dest xistiye û xwest ku pêvajoya darizandinê ya der barê muvekîla wî de di çarçoveya xala 83'emîn a Makeqanûnê de bê rawestandin.

Dozgerî ceza xwest

Dozgerê daxwaza rawestandina darazê qebûl nekir, mutalaya xwe pêşkeşî darazê kir û xwest ku Turkoglû ji sûcê “endamtiya rêxistinê” bê darizandin. Parêzerê Turkoglû Temûr ê li dijî mutalayê careke din mafê axaftin wergirt, careke din daxwaza rawestandina darazê kir û anî ziman ku heke dadgeh vê biryarê nede, ji bo parastina li dijî mutalayê daxwaza demê kir.

Darizandin hat rawestandin

Şandeya dadgehê ku daxwaz nirxand, biryar da ku di çarçoveya xala 83’yemîn a Makeqanûnê de darizandina Turkoglû bê rawestandin û berdewama qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî da.