Danişîna rojnameger Safiye Alagaş taloqî 22'ê Sibatê bû

Danişîna doza ku Midûra Karên Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş tê darizandin taloqî 22'ê Sibatê bû.

Amed-2'emîn danişîna doza ku der barê Midûrê Karên Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş de bi îdiaya "endamê rêxistinê" li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Safiye û parêzerê wê Resûl Temur û Pirozhan Karali tevli danişînê bûn, parêzer Georgia Canura û Carolina Saad, endamên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Weqfa Clonney ji bo Edaletê yên ji Hollandayê. ji bo piştgiriyê li salonê cihê xwe gitin.

 Safiye da zanîn ku di vê qonaxê de tiştekî ku bêje nemaye.

Îadeya materyalan hat xwestin

Parêzer Resûl Temûr îdia kir ku ji ber ku muwekîla wî rojnameger e, li dervayî welat civîneke ku ew ji bo rojnamegeriyê lê hatiye vexwendin heye û xwest qedexeya derketina dervê welat a muwekîla wî bê rakirin. Her wiha Resûl xwest ku malzemeyên dijîtal ên di dema binçavkirinê de di serdegirtina mala muwekîla wî û ajansa  JINNEWS’ê de hatine desteserkirin jî bên vegerandin.

Parêzer Pîrozhan karali jî heman daxwaz kir û xwest ku kêmasiyên heyî bên temamkirin.

Heyeta dadgehê diyar kir ku ji bo îdadekirian meteryalên dijîtal dê li bendî biryarê bin û daxwaza rakirina qedexeya dervê welat red kir.

Dadgehê, danişîn taloqî 22'yê Sibata 2014'an kir.