Danişîna rojnameger Hatîce Şahîn hat dîtin

Danişîna rojnameger Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de der barê wê de doz hatibû vekirin taloqî 18'ê Nîsanê hat kirin.

Amed – Tirkiyeya ku di warê azadiya çapemeniyê de di rêza cîhanê de li paş maye, gelek caran doz li dijî rojnamegeran tên vekirin. Yek ji wan jî rojnamevan Hatîce Şahîn e. 7'emîn danişîna doza der barê xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû destpêkirin de di 18'ê Cotmeha 2018'an de hat binçavkirin û berdan li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hatîce Şahîn beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Resûl Temur amade bû.
Biryar hat dayîn ku tedbîra kontrola edlî berdewam bike
Dadgehê diyar kir ku delîlên ji aliyê Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Amedê ve hatine dîtin ji wan re hatine şandin, bersiva muzekereya Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo xwestina mînaka îfadeya şahid Derya Aslan ji Midûriyeta Şaxa TEM’ê nivîsandibû hatiye û Derya Aslan “mafê xwe yê bêdengiyê” bi kar aniyê. Dadgehê her wiha diyar kir ku muzekereya der barê Gurbetellî Ersoz de ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re hatiye nivîsandin jî hatiye bersivandin, belgeyên ku ji pispor re hatine şandin, hatine wergerandin û ji wan re hatine şandin. Serdozgeriyê diyar kir ku der barê belgeyên hatine girtin de tiştekî bêje tune ye, xwest li benda muzakereya Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya der barê Derya Aslan de hatiye nivîsandin bê sekinandin û der barê Hatîce Şahîn de jî biryara kontrola edlî bê domandin.
Danişîn taloqî 18'ê Nîsanê hat kirin
Şandeya dadgehê biryar da ku tedbîra kontrola edlî ya der barê Hatîce Şahîn de berdewam bike û li benda bersiva muzekereya ji Derya Aslan re hatiye nivîsandin bê sekinandin. Dadgehê danişîn taloqî 18'ê Nîsanê kir.