Danişîna doza rojnameger Semîha Şahîn û Pinar Gayip hat taloqkirin

Danişîna doza edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn û nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip jê dihatin darizandin taloqî 9’ê Mijdarê hat kirin.

 

Navenda Nûçeyan – Danişîna doza ku Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegîhana ajansê Pinar Gayip jî di nav de 4 kesên ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" jê tên darizandin, li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Bi hinceta vîrûsa koronayê heyeta dadgehê rojnameger û temaşevanan negirt eywana danişînê. Rojnameger Semîha Şahîn û Pinar Gayip tevlî danişinê nebûn lê parêzerên wan lê amade bûn. 
Bi daxwaza ku kêmasiyê di dosyayê de bên derbaskirin danişîn taloqî 9'ê Mijdarê hat kirin.