Danişîna doza Figen Ekti taloqî 8’ê kanûnê kirin

Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalayê rûniştin doza aktîvîsta TJA yê Figen Ekti taloqî 8'ê Kanûnê kir.

Amed- 4'emîn rûniştina doza  aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Figen Ekti ya di çarçoveya faliyetên Komeleya Jinê ya Rosayê û TJA yê de tê darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Figen Ekti Gulşen Ozbek û Mehmet Oner li rûniştinê amade bûn. Hicran Berna Ayverdi ya şahidiya eşkere kir bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
Figen Ekti kir diyar kir ku di salên şahid behs dike de ew nexweş bû û bilêv kir ku wê şexseke wiha qet nas nekiriye. 
Hicran Berna Ayverdi ya li ser Figen daxive jî diyar kir ku ew Figehê ji DOKH'ê ve nas dike û Figenê jin teşwîq kirine ku beşdarî çalakiyan bibin. 
Parêzera Figenê Gulşen Ozbek jî daxwaz kir ku derbarê Hicran Berna Ayverdi ya şahidiya eşkere û bi derewa kir de lêpirsîn bê destpêkirin.
Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalaayê rûniştin taloqî 8'ê Kanûnê kir.