Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku li ser giliyê polîsan hatibû vekirin, hate taloqkirin.
Riha- Di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Ji ber giliyê polîs Melîke Akyildiz, derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiayên “heqaret” û “ji bo nehêle peywira xwe bike li ber xwe da” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate dîtin.
Bûyera mijara gotinê di 7’ê Cotmeha 2022’an de dema Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar Nobeta Edaletê didomandin qewimî. Di dema Nobeta Edaletê ya li pêşiya edliyeya Rihayê de polîsan pankarta wan a “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” rakiribûn û Ferît Şenyaşar derb kiribûn.
Li ser giliyê polîs Melîke Ayyildiz a di dema bûyerê de li wir bû, derheqê Emîne Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Parêzerê Emîne Şenyaşar, Ahmet Taş tevlî bû lê dayik Şenyaşar û polîs Melîke Ayyildiz tevlî nebû.
Danişîna dozê bi daxwaza tespîtkirina navnîşanê, taloqî 25’ê Gulana 2025’an hate kirin.