Dadgehê bêyî lêkolîn bike serlêdanê red kir

Îtîraza biryara neşopandinê ya serlêdana sûc a parêzerên Garîbe Gezer a der barê gardiyan û bijîşk de bêyî ku ji aliyê dadgehê ve bê lêkolînkirin hat redkirin.

Navenda Nûçeyan- Parêzerên Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê rastî îşkenceya zayendî hat û ber bi îdiaya întihar kiriye jiyana xwe ji dest da, der barê wezîfaderên girtîgehê de bi sûcên "Êrîşa zayendî", "îşkence", "bikaranîna darê zorê" û "îhmalkirina peywirê" û ji bo bijîşk Îsmaîl Ulker jî bi sûcên "xirab bikaranîna wezîfeyê" serlêdana sûc hat kirin, bêyî ku lêpirsînek bi bandor were kirin, biryara neşopandinê hat dayîn.
Parêzer Eren Keskîn, Jiyan Kaya û Jiyan Tosun li dijî biryara neşopandinê di 5'ê Çileyê de ji Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê re daxwaznameya îtirazê şandin. Îtîraza ku ji bo biryara "Neşopandin” hat kirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kocaeliyê ve bêyî ku biryar bê lêkolinkirin, "cihê hat dîtin" hat redkirin. Parêzerên Garîbe dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.