Dadgeha El-Hûsî doza Întîsar Al-Hammadî û hevalên wê taloqî meha Mijdarê kir

Dadgeheke Hûsî doza hunermenda Yemenî Întisar Al-Hammadî û hevalên wê yên ku hatibûn revandin, taloqî du hefteyan kir. Hunermenda Yemenê çend meh in bi hin îdiayan tê darizandin û li gorî texmînan dê di danişîna meha Mijdarê de biryar were dayîn.

Navenda Nûçeyan- Zêdetirî 8 mehan piştî revandina hunermenda Yemenî Întisar Al-Hammadî û piştî serlêdanên di darizandinên ne qanûnî yên nakok de, dadgeha El-Hûsî li paytexta Senaayê doza hunermenda Yemenî Întisar Al-Hammadî ku di Sibata 2021'ê de hatibû revandin, ji bo danişînê taloqî 7'ê Mijdarê kir. Her wiha li gorî çavkaniyên mafên mirovan ev rûniştin der barê doza hunermenda Yemenî Întisar Al-Hammadî wê ya dawî be.
Her wiha hiqûqnas û parêzerên parastinê dadgehê wekî darizandinek ne adil bi nav kirin û teqez kirin ku pêdiviya rawestandina prosedurên girtin û lêgerîna tewanbaran her wiha makanîzmeya Rêxistina Human Rights Watch di daxuyaniyek xwe de beriya niha destnîşan kiribû û got:" Rayedarên El-Hûsî hunermend Întisar Al-Hammadî bi neheqî dadgeh dikin."
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di meha Gulanê ya borî de dabûn xuyakirin ku dadgehên El- Hûsî hunermend Întisar Al-Hammadî mecbûr kirin ku hinek tewanan wekî fuhûş û bikaranîna madeyên hişber qebûl bike û ew neçar kirine ku belgeyeke îmze bike di dema lêpirsînê de.
Herî kem 300 jinên Yemenî di girtîgehên El-Hûsî de ne 
Raporên mafên mirovan, rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li Yemenê piştrast kirin ku bi kêmî 300 jinên Yemenê, di nav de çalakvanên mafên mirovan û xebatkarên rêxistinên alîkariyê jî hene, bi mehan û salan di zindanên veşartî yên girêdayî El-Hûsî de dimînin her wiha rastî destdirêjiya fizîkî û derûnî tên, di heman demî de îşkenceya zayendî li wan tê kirin.
Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora ku di sala 2020'an de hat weşandin de diyar kir ku rêjeya şîdeta li dijî jinan li Yemenê pir zêde ye, texmîn dike ku 2.6 milyon keç û jin rastî şîdetê tên.