Dadgeh Mehmet Yoylu ya ku ji ber bejna kincê girtename girt, hate cezakirin

Di rûniştina ku li Dadgeha Kedê ya 2'emîn a Anadoliyê ya Stenbolê di sala 2019’an de hat kirin de, Dadger Mehmet Yoylu ku bi îdiaya ku bejna kincê Parêzer Tugçe Çetin kurte û xwest ku wêneyekî pincê wê bê kişandin salek, 1 meh û 18 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Cezayê 4’emîn a Bilind, di danişîna ku ew di 2019’an de beşdarî, tûtanak girt û îdia kir ku bejna kirasê  parêzer Tugçe Çetin kurtê,  dadgeh Mehmet Yoylu nirxand xwest wêneyekî kirasê bê kişandin, tevgerên wî wekî heqaretê hat hesibandin û salek, 1 meh û 18 roj cezayê hepsê  ji bo Mehmet Yoylu hat dayin.
Odê di heman rojê de Mehmet Yoylu ya ku heqaret li parêzerekî din kir jî nirxand û ji ber  sucê "heqaret" salek, 1 meh û 18 roj cezayê girtîgehê birî. Odeya ku tevgeran wekî "heqaret" nirxand, bi tevahî 2 sal, 3 meh û 6 roj cezayê girtîgehê da Mehmet Yoylu.
Ger Yoylu di nava 5 salan de sûcêk neke, cezayên wî bikevin.