Cilên herêmî weke "endamtiya rêxistinê" hat hesibandin

Hevseroka MED TÛHAD-FED'ê Emîne Kaya û Selma Tanrikûlû, bi hinceta wêneyên xwe yên bi cil û bergên herêmî hatiye girtin.

 
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) Emîne Kaya û hevjîna Serbijîjkê Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê Zekî Tanrîkûlû ku di 2'ê Îlona 1993'an de bi cîneyetên kiryar ne diyar hatibû kuştin Selma Tanrîkûlû hatin girtin. 
Emîne Kaya û Selma Tanrikûlû di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ve hat destpêkirin de, 16'ê Kanûnê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin.
Piştî ku îfadeyên Emîne Kaya û Selma Tanrîkûlû li Miduriyeta Polisan a Amedê hatin girtin sewqî dozgeriya nobedar kirin û bi hinceta "endamên rêxistinê" hatin girtin. Hate diyarkirin ku sedema binçavkirinê wêneyên wan yên bi cil û bergên herêmî hatine girtin.