Biryara tedbîrê çawa tê girtin? Dema biryara tedbîrê were îhlalkirin çi dibe?

Di dema şîdetê de hûn dikarin serî li qereqol, Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Şîdetê, Serdozgeriyên Komarê, Qeymeqamî/Walîtî û Dadgehên Malbatê yên nêzî xwe bidin. Ji bo daxwazên wekî guhertina agahiyên nasnameya we, welayeta demborî, nefeqeya tedbîrê û guherandina cihê kar bi serlêdana Dadgehên Malbatê werin daxwazkirin. Ji ber vê sedemê; hûn serlêdana xwe bi alîkariya parêzerek bikin dê baştir bibe. Ger hûn nikaribin pere bidin parêzer, hûn dikarin li bajare hûn lê dijîn serî li navenda alîkariya edlî ya baroyê bidin daxwaza tayînkirina parêzeriya bê pere bikin. Ger ku biryara tedbîrê were îhlalkirin divê hûn serî li dozgerî yan jî dadgehê bidin. Di encama vê serlêdanê de kesê şîdetê kiriye ji aliyê dadger ve ji 3 heta 10 rojan biryara hepskirinê tê dayîn.