Biryara mînak: Melek Îpek

Melek Îpek a ku hevjînê wê Remezan Îpek her dem şîdetê lê dikir neçar ma wî kuşt, çend roj berê hat tehiliyekirin. Parêzer Çîgdem Sevîmlî got ku ji ber têkoşîna jinan a di vê pêvajoyê de biryara tehliyeyê hatiye dayîn û bal kişand ku divê biryar ji bo dosyayên bi vî rengî bibe emsal.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li Antalyayê di 7’ê Çileyê de Melek Îpek hevjînê xwe Remezan Îpek ê bi awayê sîstematîk şîdetê li dikir, ji bo xwe biparêze ji neçarî kuşt. Piştî bûyerê Melek Îpek hat girtin lê piştî çend mehan bi biryara dadgehê ya “bi awayê meşrû xwe parastiye” hat tehliyekirin. Ji parêzerên Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî ku ji destpêkê ve pêvajoya darizandinê dişopand got ku ev biryar ji bo jinên din ên li girtîgehan hêvî ye û dikare bibe emsal.    
Çîgdem Sevîmlî diyar kir ku di encama darizandinê de biryara ku hatiye dayîn her kesê kêfxweş kiriye û got ku ev biryar bi têkoşîna jinan hatiye dayîn. Çîgdem Sevîmlî da zanîn ku ji bo biryar mayinde be û ji bo dosyayên din bibe emsal divê dadgehên bilind jî biyarê erê bikin. 
“Jin bawer nakin ku biryarên edlî wan diparêzin” 
Çîgdem Sevîmlî, got ku jin di bûyerên wiha de diyar dikin ku beriya werin qetilkirin an jî xwe biparêzin rastî şîdeta sîstematîk tên û diyar kir ku gelek jinên wekî Melek Îpek ji ber ku ku ji merciyên edlî bawer nakin û wan pasîf dibînin, li cihê serî li merciyên hiqûqî bidin, neçar dimînin xwe biparêzin û wiha got:
“Dema ku em li dosyayên jinên hatine qetilkirin dinêrin, dibînin ku biryarên der barê wan de tenê ji bo demek kurt tên girtin û jin tevî biryarên parastinê jî tên qetilkirin. Di dosyaya Melek Îpek de mijara ku ji aliyê hiqûqî ve zêde li ser hat rawestîn ew bû ku dema Melek ji malê derketiye çima ji merciyên edlî daxwaza parastinê nekiriye û xwe parastiye. Jin difikirin ku merciyên edlî wan naparêzin, pasîf dimînin. Jixwe me di pratîkê de gelek mînakên vê yekê dîtin. Ji ber vê sedemê dadgehê jî dît ku Melek Îpek mafê xwe yê meşrû ji bo parastinê bi kar aniye ku ev yek pir girîng e û ji bo me biryara emsal e.”   
“Zîhniyeta mêr tu cih û warê ku jin lê bijî nahêle”  
Parêzar Çîgdem Sevîmlî bal dikşîne mijara xweparastinê hema wisa bi carekê çênabe, şîdeta ku bi rojan didome vê encamê bi xwe re tîne û got ku di encama şîdeta bênavber de jin ji bo xwe û zarokên xwe biparêzin neçarî vê yekê dimînin lewre li cihekî ku şîdet tune be tiştek ku mirov xwe jê biparêze jî tune ye û wiha domand:
"Ji bo ku ji bo jinên xwe parastine biryarên wiha werin girtin divê şîdeta ku jin dibînin û jiyana wan baş were zanîn. Divê ku baş were dîtin jineke ji bo xwe biparêze çawa hatiye wê merheleyê? Gelek caran di lehiya kesên şîdetê dikin de biryar tên dayîn lê em dibînin ku ji bo jinên xwe diparêzin ev biryar nayên girtin. Zîhniyeta mêr, ji bo jinan tu cihê jiyanê yan jî xweparastinê nahêle. Sedema ku jinên xwe parastine di girtîgehan de ne ev zîhniyet e lewre tevî gelek tiştan jî hê ev zîhniyeta neguheriye.” 
“Yek ji dosyayên serkeftina têkoşîna jinan” 
Çîgdem Sevîmlî got ku li dijî şîdeta zêde bûye divê têkoşîna jinan ji nedîtî ve neyê dîtin lewre ev têkoşîn di salên dawî de gihîştiye merheleyek cuda, domdar e û gotinên xwe wiha berdewam kir:
“Em dibêjin ku şîdet zêde bûye lê divê em vê aliyê rewşê jî bibînin. Di rastiyê de şîdet zêde nebûye, şîdeta ku ji xwe her dem hebûye êdî tê dîtin. Di vê yekê de rola medyaya civakî û têkoşîna jinan jî pir girîng e. Ev têkoşîn hêdî be jî bersiva xwe dibîne. Dosyaya Melek Îpek jî yek ji biryarên ku di encama têkoşînê de hatiye girtin e. Vê dosyayê jî ji ber ku gelek komîsyonên mafên jinan û nûnerên saziyên civaka sivîl şopandin wiha bi encam bû.”