“Bidestxistina edaleteke civakî û xwedîderketina li mafên jinan, ji me tê xwestin”

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Edaleta Civakî Newroz Esed got ku gelek kar û xebat ji bo perwerdekirin û xurtkirina hemû endamên meclisê hatine kirin da ku edaleteke civakî û rast were meşandin. Her wiha eşkere kir ku meclis tevî hemû zehmetiyan jî dikaribû xwedî li mafên jinan derkeve û hejmareke mezin jinan ji mirinê xilas bike.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Civaka xwezayî pergala komên mirovan e ku qonaxeke civakî ya dirêj domandiye bi veqetandina hebûna mirovan ji malbata mamikên sereke yên seretayî dest pê dike û bi derketina civakek hiyerarşîk (Zîgorat) re diqede. Qonaxa (Serdema Kevir a Nû) bi gelemperî ji vê serdema dîroka mirovahiyê re tê gotin ku şahidiya derketina wan komên mirovî yên bi navê "Klan" e ku endamên wan di navbera bîst û sî kesan de ne. Di nav wan Klanan de wekhevî, edalet û aştî dihat meşandin ku ev yek ji hêla jinan ve dihat kirin û erka parastina wê civakê li ser milên jinsn bû. Di vê çandê de jina dayik di asta xwedawend-dayikê de dihat bilindkirin. Tê bawerkirin ku rola wê di avakirina civaka nû de diyarker û bi bandor bû.
“Bidestxistina edaletê di civaka klan de ji hêla jinan ve”
Sîstema mêtinger mohra xwe ya zelal li civaka Klan dihêle ku jinan di civaka xwezayî de ew llan bi rê ve dibirin û edalet di nav wan de belav dikir. Lê nakokiya bi zilam re di wê de demê dehişt ku însiyatîfa xwe ya hov derxe holê û rêvebirina civakê ji destên jinê derxist. Ji wê demê ve heta roja îro, em dibînin ku edalet ji civaka me dûr dikeve. Ji bo wê jî bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ya ku bi azadiya jinan, vegerandina mafên wan ên xwezayî û destxistina wekheviyê di navbera jin û mêr de bang dikir. Gavên xwe yên destpêkê avêtin û xwe di nav vê şoreşê de birêxistin kirin û di nav wan de jî Meclisa Jin a Edaleta Civakî heye. Der barê kar, zehmetî û serkeftinên ku di sala 2021’ê de  li ser meclisê re derbas bûn, endama Koordînasyona Meclisa Jin a Edaleta Civakî Newroz Esed ji ajansa me re axivî. 
Newroz qala avakirina Meclisa Jin a Edaleta Civakî û sîstemkirina wê kir û wiha dest pê kir: “Meclisa Jin a Edaleta Civakî di sala 2015’an de hat avakirin li ser esasê sîstemkirina meclisên ku di edaletê de kar dikin da ku yek sîstem were rûniştandin û karekî birêxistinkirî were meşandin. Her wiha ji bo xurtkirina tensîqê ji bo çareserkirina doz û pirsgirêkên jinan bi rengekî baş. Kar û xebatên me tensîqa di navbera malên jin, Komîteya Lihevanînê û Dîwanê Edaletê de ye. Her wiha kombûna meclisê ku di edaletê de kar dikin. Di konferansa meclisê ya yekemîn de biryar hatin girtin ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Jin a Edaleta Civakî werin avakirin. Pirsgirêkên nexweşiya şewba koronayê derketin holê loma konferansa me ya sêyemîn bi derengî ket. Lê dîsa jî kêmasî neket karên me û xebat hat berdewamkirin û di 2021’ê de hat lidarxistin. Di konferansa sêyemîn de encamên baş hatin girtin, nêrîn hatin girtin û plansaziya sala nû jî hat dayîn ji bo derbasbûna sala 2022’an.”
“Lidarxistina perwerdeyên xweser”
Newroz bal kişand ser karê wan ê ku giranî dan wan di sala 2021’ê de û wiha domand: “Di sala 2021’ê de me giranî da ser perwerdeyên ekademîk ên xweser ji bo xurtkirina endamên ku di edaletê de kar dikin. Her wiha dabeşkirina hin endaman li Malên Jin, Komîteyên Lihevanînê û Dîwanên Edaletê çêbû da ku tecrubeyek bigrin û bêtir bi perwerdeyê di milê pratîkî de xurt bibin. Di heman demê de me xwest di milê xweseriyê de perwerdeyên derveyî edaletê jî werin girtin bi hevkariya bi Kongreya Star re. Her wiha lidarxistina semîneran û pênasekirina Meclisa Jin a Edaleta Civakî ji raya giştî re û naskirina sîstema me, ji wan karên ku me bal kişand ser. Gelek şande ji welatên Ewropayê hatin û serdana meclisa me kirin da ku bêtir nas bikin û model jî jê girtin da ku li welatên xwe bi kar bînin.”
“Me 106 jin ji mirinê xilas kirin”
Newroz got ku tevî zehmetiyan jî dîsa Meclisa Jin a Edaleta Civakî dikaribû 106 jinan ji mirinê xilas bike û wiha pêde çû: “Pirsgirêkên ku di vê sala 2021’ê de ku hatin pêşiya Meclisa Edaletê li gorî sala borî kêm bûn. Dozên kuştinê ji sala borî zêdetir bûn ku gelek ji wan di bin navê şerefê de dihatin kuştin. Xwekuştin ji sala borî zêdetir bû. Pirzewacî ji sala borî kêmtir bû ji ber ku êdî di vê salê de hişmendiyeke baş di nav civakê de belav bûbû. Zewaca temenbiçûk ji sala borî kêmtir bû. Di milê dozan de û ji bo kêmkirina bûyeran û belavkirina hişmendiyeke erênî û saxlem, me giranî da xurtkirina perwerdeyan û bilindkirina tekoşînê û ji bo wê jî gavên baş hatin avêtin û nêzî 106 jinan me ji mirin xilas kirin. Heger em tênekoşiyana dê hejmara kuştiyan zêdetir bûya.”
Newroz di dawiya axaftina xwe de wiha plansaziya sala nû rêz kir:
- Di demên pêş de, kar û xebat li ser rêxistinkirina komînan ji bo lezbûna gihandina agahiyan û çareserkirina pirsgirêkan berî ku bûyerên nebaş çêbibin. 
- Li kampan kampanyaya hişyariyê der barê pirzewacî û zewaca di temenê biçûk û nasandina narkotîkan û bandor û ziyana wan li ser ciwan û civakê de bi giştî.
- Avakirina malperek li ser malperên tora civakî bi taybetî ji bo Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ji bo ronîkirina karê saziyên dadweriyê û her wiha tawanên li dijî jinan.
- Avakirina platformeke jinan ku hemû jinan di nava sazî û rêxistinên jinan de yên ku li hemberî tundiya li ser jinan têdikoşin û riyên têkoşîna li dijî zêdebûna vê diyardeyê di civaka me de.
- Xebat ji bo zêdekirina navendên demkî ji bo ewlekirina parastin û starkirina jinên li Herêma Cizîrê bi koordîneya Rêveberiya Jinê û Koordînasyona Jinan li Herêma Cizîrê.
- Hewldan ji bo bidestxistina sîgortaya tenduristiyê ji bo endamên saziyên dadweriyê, di nav de ofîsên dadweriyê, Dûra Jinan û komîteyên lihevanînê.
- Kar ji bo avakirina projeyên aborî ji bo bihêzkirina jinan di Dûra Jinan de û komîteyên lihevhatinê ji bo bidestxistina serxwebûna aborî ji bo jinên ku di wan saziyan de kar dikin.
- Berdewamkirina kursên perwerdeya taybet ji bo mêran di saziyên dadê de li ser guhertina zîhniyeta mêran.
- Ji bo qanûnên têkildarî jinan, şîdeta bi her şêweyî û peymanên navneteweyî yên têkildarî jinan xebatên atolyeyan werin berdewamkirin.
- Xebat ji bo avakirina komîteyek ji bo amadekirina pêşnûmeya qanûna medenî ya bi rengê jinan.