Bi xebatên Mala Jin pêşî li zewaca zarokan tê girtin

Saziyên jinan ên li bajarê Helebê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya perwerde û zagonan rê li ber zewaca di temenê biçûk de digrin û li dijî diyardeyên neyênî ku bandorê li jinan dikin civakê hişyar dikin

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb- Saziyên jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê li gel zagonên parastina mafên jinan û piştgiriyê bi riya civînan û perwerdeyên girtî û vekirî hewl didin hişyariya civakî zêde bikin. Bi nîqaşkirina mijarên civakî hewl didin bigihîjin civakeke demokratîk, azad, dadwer û wekhev.

Bi pêkanîna zagona jinan bûyerên zewaca di temenê  biçûk de kêm bûn

Rêvebera mala jinê Perîşan Reşîd a li taxa Şêxmeqsûd dijî der barê kar û xebatên mala jinê de got: “Mala jinê di dawiya sala 2011’an de ava bû ji bo çareserkirina pirsgirêk û mijarên jinan ên rastî gelek cureyên tundiyê ji aliyê civaka baviksalarî ve hatine. Em hewl didin mafên jinan biparêzin û mafên xwe yên ku ji dest me çûne bi dest bixin. Der barê astengiyên kar de jî Perîşan Reşîd wiha dibêje: “Em di civaka Rojhilata Navîn de dijîn bêguman astengî di karên mala jinê de derdikevin, ev mal mijarên civakî giştî çareser dike lê bi nêrîna civakê kar û barên jinan tenê ji bo vê ye, em dikaribûn rastiya vê saziyê bigihîjînin civakê.”

‘Mala Jin ji weke stargeh dibînin’

Perîşan Reşîd di berdevamiya axaftina xwe de qala nêzikatiyên civakê yên li hemberî zagonên jinan kir û wiha pê de çû: “Piraniya dozên ku berê hatin mala jinê der barê xiyaneta hevjînên mêr û pirzewacî bûn lê piştî zagona jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket. Bûyerên pirzewaciyê di civakê de kêm bûn di destpêkê de gelek astengî derdiketin ji aliyê civakê ve der bare vê zagonê de lê bi demê re girîngiya zagonê diyar bû civakê pejirand û hişyariyek zêde çêbû. Li gel zewicandina di temenê biçûk de sedemên aborî pirsgirêkên malbatê derdixin û zêde dikin. Hevjîn tên asta hevberdanê yan mêr jinê napejirîne yan jî jin mêr napejirîne. Lê bi saya civînên hişyarî ku saziyên jinan bi riya perwerdeyên ku didin, ev diyarde gelekî kêm bûne wekî salên borî, îsal tu bûyerên zewaca di temenê biçûk de rû neda ji ber ku yekser dema keçek biçûk giliyê xwe tîne mala jinê em wê zewacê qedexa dikin. Jin mala jinê weke lêvegerek ji xwe re dibînin û saziyeke piştgirî û parastina mafên wan e.”

Bi riya civînan parastina mafên jinan

Endama koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo der barê rola saziyên jinan di têkoşîna li dijî diyardeyên neyênî û belavkirina hişyariyê di nava hemû zarokên civakê de got: “Doza jinan û pirsgirêkên wan ji mijarên herî bi nakok in. Em weke Kongra Star girîngî didin mijarên jinan, bi taybetî di nava civakên me de em yekser li ser mijarên jinan radiwestin. Kongra Star di nava civakê de xwedî roleke bingehîn e. Di şopandina mijarên jinan roleke mezin lîst, bi zêdebûna bûyerên hevberdanê, zewaca di temenê biçûk de, pirzewacî û nakokiyên hevjînî, bi riya pêkanîna zagonên parastina mafên jinan rola mala jinê di têkoşîna li dijî van diyardeyan de hebû. Ji bo avakirina civakeke demokratîk azad dadwer û wekhev ji aliyê endamên kongra Star ve perwerdeyên girtî û vekirî dest pê kirin bi riya van perwerdeyan gelek mijarên girîng tên nîqaşkirin û dewreyên taybet ji bo mêran tên vekirin.”

‘Di 17 saliya xwe de hatim zewicandin’

F.M koçbereke ji kantona Efrînê ye ku li taxa Şêxmeqsûd dijî, bi biryara malbata xwe di temenê 17 salî de zewiciye hevjîn û malbatê wê ji mafên bingehîn bêpar kirine. F.M dibêje: “Civaka me her dem gotinên weke `dawiya jinê mala mêrê xwe ye` û `divê keç bisitire` hene, weke ku jin nikaribin bê hevjînê xwe rûmeta xwe biparêzin lewre min zû dan zewicandin. Beriya ku ez bixwazim li şûna min biryar dan. Kesayeta wî ne li gorî min bû ji ber ku danûstandina wî bi min re li gorî daxwazên wî yên têkiliyên cinsî bûn. Ji derveyê wê têkiliyên wî bi min re tunebûn. Ez nikaribûm devê xwe  vekim an mafên xwe bixwazim. Piştî 5 salan ez bûm dayika du zarokan û hemû zordarî û cureyên tundiyê min ji bo zarokên xwe tehemul kir.”

‘Mala Jin piştgirî da min’

Piştî ku tundiya hevjînê wê her çû zêdetir bû, F.M diçê mala jinê û şopên lêdanê li ser rûyê xwe nîşanî wan dide û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Mala Jin piştgirî da min û hewl dan danûstandina hevjînê min bi min re biguherîne lê encam neda lewre ez fikirîm doza hevberdanê vekim. Niha ez jineke azad im û di bin zextê de nîn im. Ez zarokên xwe li ser bingeha wekhevî û rêzgirtinê xwedî dikim. Piştî ezmûna min di zewaca di temenê biçûk de banga min ji bo dayik û bavan heye ku bi navê urf û adetan kur û keçên xwe zû nedin zewicandin.”