‘Bi nêzikbûna hilbijartinê re rageşî jî zêde dibe’
Seroka şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Şukran Ozturk, li ser pêvajoya dawî, bûyerên diqewimin, hewldanên lînckirinê yên ji ber dirûşma “jin jiyan azadî”, bikaranîna çekên kîmyewî û sansurê ji ajansa me re axivî.
PERÎ BAVAY
Îzmîr- Li Tirkiyeyê yek ji mijaren ku di van rojên dawî de li ser nîqaş çêdibin “azadiya xweîfadekirinê” ye. Zagona sansurê, mafê çêkirina nûçeyan û agahdarkirinê, bikaranîna çekên kîmyewî ya bi awayê belgeyî derket holê. Axaftina li ser van mijaran hemû jî sûc in!
Di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de, endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Aryen Turan, dema li salonê axivî, ji aliyê koma parêzerên komarparêz ve êrîşa netewperest û zayendperest hat û vê êrîşê li ser medyaya civakî veguherî lînc û tehdîtê. Dema ku Aryen Turan di dawiya axaftina xwe de dirûşma “Jin jiyan azadî qîriya heman komê hewl dan bi fizîkî êrîşê wê bikin. Ev dirûşma ku piştî qetilkirina Jina Emînî li hemû cîhanê tê qîrîn em dibînin li Tirkiyeyê tehemul nayê kirin
Em bi hevseroka Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Aryen Turan û endama komeleyê parêzer Aryen Turan re li ser dirûşma Jin jiyan azadî ku di Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Îzmîrê de qîriyabû, rastî lîncê hatibû, bikaranîna çekên kîmyewî û zagona sansurê axivîn.
'Axaftin ji aliyê komeleya me ve hat amadekirin'
*Wekî tê zanîn der barê endama komeleya we Aryen Turan ji ber axaftina wê ya di hilbijartinên Baroya Îzmîrê de ku xwestibû li ser îdiayên “bikaranîna çekên kîmyewî” lêkolîn were kirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” qîriyabû, lêpirsîn hatiye vekirin. Hûn li ser navê komeleyê vê mijarê çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî ez dixwazim vê diyar bikim; metna axaftina di Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Îzmîr de ji aliyê komeleya me ve hatiye amadekirin û parêzer Aryen Turan a endama me ye jî vê metnê xwendiye. Ji ber vê yekê dixwazim bi taybetî bibêjim ku muxatabê vê yekê ne endama me, komele ye. Wekî di rêziknameya me de jî cih digre, ji aliyê kîjan otorîteya navxweyî û navneteweyî ve dibe bila bibe, di serî de mafê jiyanê, li ziman, ol, netew, reng, zayend û nasnameya kes nayê nihêrîn, li dijî hemû mudaxeleyên civakî, aborî û siyasî yên li dijî şexs, komeleya me disekine. Em difikirin ku divê her binpêkirina maf were dîtin û ji aliyê saziyên rayedar ve were lêkolînkirin. Heta niha em çawa li dijî binpêkirina mafan sekinîbin ji niha û pê ve jî em ê bi heman biryardariyê berteka xwe nîşan bidin.
*Ger em helwesta koma parêzerên komarparêz a li dijî axaftina Aryen Turan di çarçoveya hiqûqê de binirxînin em dikarin çi bibêjin ?
Di Lijneya Giştî ya Asayî ya Îzmîrê de her kesê/a ku bixwaze dikare li gorî dema jê re hatiye dayîn biaxive. Em jî di her lijneya giştî de li ser navê komeleya xwe diaxvin. Axaftina endama me jî metnek bû ji aliyê lijneya giştî ya komeleya me ve hat nîqaşkirin û pejirandin. Tevî ku di naveroka wê de tu sûc tunebû jî, tenê ji ber ku gotinên bi Kurdî bûn rastî berteka wê komê hat. Îcar kesên ku vê yekê kirin jî parêzer in ev jî rewşeke trajîk e. Hûn ji van kesan hêvî dikin ku hiqûqê, mafên mirovan, azadiya xweîfadekirinê biparêzin lê wisa nebû. Dijberê wê, mijarê birin medyaya civakî endam û komeleya me hedef nîşan dan.
*Li gorî we ev êrîşa nijadperest û zayendperest; bi pêvajoya siyasî ya heyî ve girêdayî ye?
Bêguman ev êrîş bi pêvajoya siyasî ve girîdayî ye. Partiya desthilatdar, ji bo di vê krîza aborî û siyasî de li ser piyên xwe bisekine, nijadperestiyê zêdetir dike. Daraz, çapemenî û her tişt di bin zexta desthilatdariyê de ne. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re rageşî zêdetir dibe. Bi tirsa ku dê dengê herî kêm ê dijberî desthilatdariyê, bibe sedema tevgereke civakî êrîş dike. Mînak; zagona sansurê jî ji bo vê yekê ye dê hewl bide bi vê yekê muxalifan û civakê bixe bin kontrolê û dengê wan bibire. Ev zagon ji bo vê yekê hat derxistin. Êrîşa li dijî Aryen Turan jî nîşaneya vê yekê ye.
'Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye'
* Hûn dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin. Ji ber ku ev yek sûcê şer e. Di vê rewşê de dê aştiya civakî çawa pêk were hûn çi difikirin?
Divê beriya her tiştî mirov vê zelal bike; bi çi sedemê dibe bila bibe, bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Ev yek bi gelek metnên navneteweyî hatiye qedexekirin. Tirkiye jî yek ji welatên ku îmze avêtiye bin wan metnan e. Di navbera salên 2022 – 2024’an de endamtiya Konseya Îcrayê ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYT) girtiye ser xwe. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku saziyeke serbixwe ye Tirkiye bi 189 welatan re endam e.
*Hûn weke OHD hiqûqa navneteweyî diparêzin. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Ji bo vê yekê jî tenê dewlet dikarin serlêdan bikin. Îro dewleta Kurdan tune ye. Hûn difikirin di qada navneteweyî de vê mijarê bixin rojevê. Di vî warî de têkiliyek we çêbûye?
Belê wekî we got, di vê mijarê de daxuyaniyên pir zelal ên rayedarên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hene. Diyar kirine ku heta dewletên endam daxwaz nekin ew nikarin li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin. Dewletek endam dikare daxwaz bike ku ev îdia bi saziyên serbixwe re werin lêkolînkirin. Dewletên endam dikarin bi agahiyên zelal serlêdan bikin.
*9 Kedkarên çapemeniyê hatin girtin. Hûn dixwazin li ser zextên li ser xebatkarên çapemeniyê zêde bûne çi bibêjin? Li gorî we li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê heye?
Li ser çapemeniyê bi salan e zext hene. Desthilatdarî tu dengek muxalif napejirîne. Herî dawî 11 xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin û 9 ji wan hatin girtin. Bi vê yekê hewl didin nehêlin welatî agahiyên rast bigrin. Jixwe zagona sansurê ya ku hat derxistin û ket meriyetê ji bo vê yekê ye. Bi taybetî dema em nêzikbûna hilbijartinê jî bigrin ber çavan, em ê bibînin ku dê di rojên li pêş de zextên li ser çapemeniya bê alî zêdetir bibin.