Bi hinceta avêtina dirûşmê cezayê disîplînê li Ayşe Gokkan hat birîn!

Hat hînbûn ku ji berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne re, tevî ku dirûşm neavêtiye jî bi hinceta "Durûşm berz kir" cezayê dîsîplînê hatiye dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tê jiyîn, bi riya parêzerên xwe ji ajansa me re parve kir. Ayşe Gokkan a ji Çileya 2021’ê û vir ve li girtîgehê tê girtin, bi hinceta dirûşm berz kir cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Her wiha hat hînbûn ku tevî dîdarê wê hebûye jî di hevdîtinên vekirî de jê re gotinê "dîdarê te nîn e" û wê nebirine cihê hevdîtinê..

"Rengên rêxistinê dihewîne!"

Li gorî agahiyên ku me ji parêzerên Ayşe Gokkan girt, girtî di girtîgehê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Hat hînbûn ku Rojnameya Xwebûn û Yenî Yaşam bi hinceta ku ne weşanên periyodîk in nadin girtiyan, parêzeran li dijî astengkirinê serî li dadweriya înfazê dan. Dîsa hat hînbûn ku kirasek sor ê ji Ayşe Gokkan re hatiye şandin, bi hinceta "rengên rêxistinê dihewîne" nehatiye dayîn.

“Di pêvajoya nexweşiyê de mudaxeleyên pêwîst nehatin kirin”

Parêzeran der barê agahiyên ku ji girtîgehê girtine de ev tişt parve kirin: “Ji Ayşe Gokkan re tevî ku durûşm berz nekiriye, bi hinceta durûşm berz kiriye di girtîgehê de cezayê dîsîplînê yê kêfî û dijhiqûqî hatiye dayîn. Ayşe Gokkan di girtîgehê de Kovîd-19 derbas kiriye û di vê pêvajoyê de hat diyar kir ku wek qawîş nîşaneyên wê hene, pêwîst e test bibin, ji ber ku nexweşiya wê ya kronîk heye ji bo qawîşê xeternak e û divê demildest test bên kirin. Lê belê tevî vê yekê jî piştî 3 rojan test kirin. Di pêvajoya karantînayê de bijîjkê girtîgehê tevî ku nexweşiyê giran derbas kirin jî tu mudaxele nekir, derman û vîtamînên ji bo nexweşiyê pêwîst nedan wê ne jî nexweşên din ên di girtîgehê de. Ayşe Gokkan der barê vê xemsariyê de hem ji Wezareta Dadê re hem jî ji dozgeriya girtîgehê re serlêdana sûc kir.

Bi gotina “dîdarê te nîne” wê dernexistin hevdîtina vekirî!

Dîsa hat hînbûn ku di hevdîtina vekirî ya di 5'ê Nîsana 2022'an de li girtîgehê hat kirin de, tevî ku xizmên Ayşe Gokkan çûne jî ji wê re nehatiye gotin ku malbata wê hatiye, gotine dîdarên tê nîn in ji malbata wê re jî gotine dernakeve hevdîtine. Parêzerên Ayşe Gokkan a ku sal û 3 meh in girtî tê ragirtin, da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek mafên wê yên wekî tenduristî, jiyan û agahîgirtinê hatine binpêkirin û diyar kirin ku wan der barê binpêkirinên tên jiyîn de serî li dadweriya înfazê dane.

Ji hevdîtina vekirî re ferzkirina ‘cil û bergên guncaw’

Li gel van girtiyên jin ên ku ji Kanûna 2021'ê heta Nîsana 2022'an ji ber li girtîgehê ferzkirina lêgerîna pêlavan a li ber kamerayê dernakevin hevdîtina vekirî, di Nîsana borî de bi rakirina ferzkirinê re derketin hevdîtina vekirî. Di meha Nîsanê de piştî hevdîtîna vekirî girtiyan ferzkirina pêlavan bi lingên tazî çûyîna qawîşên xwe şermezar kiribûn. Li gorî agahiyên herî dawî hatine bidestxistin, hat hînbûn ku gardiyanan ji girtiyan re gotine, “Kesên ku cil û bergên wan ne guncaw bin, nikarin derbikevin hevdîtine.”

Her wiha hat diyarkirin ku girtiyên binpêkirinên mafan ên tên jiyîn qebûl nakin rastî cezayên dîsîplînê yên kêfî tên.