Berna Akkizal: Hikûmet parêzvanên mafan wekî bend dibîne

Li Tirkiyeyê parêzvanên mafan her ku diçe zêdetir dibin hedef. Koordînatora Komeleya Lêkolînên Qada Sivîl Berna Akkizal, diyar dike ku divê hikûmet dev ji hedefgirtina parêzvanên mafan berde.

ELÎF AKGUL

Stenbol - Li Tirkiyeyê her ku binpêkirina mafan zêde dibin, kesên li dijî van binpêkirinan diseknin jî dibin hedef. Bi dehan parêzvanên mafên mirovan ji ber ku beşdarî Kampanya Nobeta Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn, ji ber piştgirî dan berxwedana Geziyê yan jî mînak li Buyukadayê civîn pêk anîn bi sûcên wek “endamtiya rêxistina terorê", "alîkariya rêxistina terorê", "propagandaya rêxistina terorê", "hewldana derbeyê" û "sîxuriyê" tên darizandin. Koordînatora Komeleya Lêkolînên Qadên Sivîl Berna Akkizal a ku em li ser polîtîkayên zextê yên li Tirkiyeyê axivîn, bal kişand ser zextên ku parêzvanên mafên mirovan dijîn.

Berna Akkîzal bi gotina; “hikûmet me wekî mirovên ku kevir datînin pêşiya rê ango dibin bend li dijî pêkanînên wan dibîne” û bal kişand ku divê hikûmet bi pêkanîna şert û mercên peymanên navneteweyî yên ku îmzekarê wan e, parastina parêzvanên mafan bike.

Akkizal, bi salan e di warê mafên jinan û azadiya ramanê de parêzvaniyê dike, hem damezrîner e hem jî koordînatora Komeleya Lêkolînên Qada Sivîl e. Akkizal a qada dixebatê wekî "ji bo parêzvanên mafan qadeke dijwar" bi nav dike, wiha axivî: “Em neçar in karê xwe di bin hin zextên derûnî de bimeşînin. Em tu caran rastî mînakên baş nayên, an hevalên me tên girtin an jî doz li wan tên vekirin.”

“Çapemenî parastina mafan wek sûc nîşan dide”

Akkizal destnîşan kir ku di pêvajoyên şopandina dozan de rastî binpêkirina mafan hatine û wiha got: “Tevî ku dadgeh ji her kesê re vekirî ne jî bi hinceta biçûkbûna salona danişînan nahêlin em derbasî salonan bibin. Ji ber ve yekê pêkanîna xebatên me yên parêzvaniyê bi awayek tên astengkirin.”

Akkizal anî ziman ku ew hewl didin parêzvaniya mafan bigihîjînin girseyên mezin û wiha axivî: “Me hewl da em diyar bikin ku berevajî baweriya giştî, parastina mafan ne sûc e û di rastiyê de mafê me yê herî xwezayî ye. Ji ber ku ev demeke dirêj e ji aliyê saziyên çapemeniyê yên nêzî dewletê ve tê gotin ku parastina mafan sûc e. Kampanyayek cidî ya reşkirinê heye. Di dîroka nêz de me encamên van ên pir giran jî dît. Kampanyayên reşkirinê yên ku di serî de li dijî rojnamegeran tên kirin, bi sûîqestan, mirin û ji aliyê me ve bi windahiyan encam bûn. Ji bo ev yek pêk neyê me ev kampanya da destpêkirin. Ev kampanyaya reşkirinê li ser medyayê pir bi lez belav dibe. Dema ne li gorî wan be û dema çalakiyek parêzvaniyê ya ne bi dilê wan hebe, parêzvanên mafên mirovan ji terorîst îlankirinê bigre heta gefa mirinê, bi her cure reftarên xirab re rû bi rû dimînin.”

“Mirov hedef tên nîşandan”

Akkizal, anî ziman ku parêzvanên mafên mirovan li gorî berê niha hin zêdetir dibin hedef û wiha axivî:

“Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêdetir bûne. Lê wekî gotin; 'Destpêke ji bo rojnamegeran hatin, paşê hêdî hêdî dest bi hatina me hemûyan kirin.' Divê em êdî pêşî li vê yekê bigrin. Hikûmet jî ji bo vê yekê çi ji destan tê dike. Ew kê dixwazin, çawa dixwazin, ji xala dixwazin doz vedikin û hûn bi salan neçar dimînin bêsûcbûna xwe îsbat bikin, hûn bi salan diçin dadgehan, dem bi dem tên girtin û binçavkirin.

“Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye tevbigere”

Akkizal bi bîr xist ku Tirkiye îmzevkarê gelek protokol û peymanên ku parastina parêzvanên mafan dikin e û got: “Ger em wek Tirkiyeyê li gorî van peymanên navneteweyî yên ku me îmze kirine tevbigerin, êdî hewce namîne ku kes tiştekî bike. Parastina mafan bi saya van normên navneteweyî dibe. Hêviya min ji vê hikûmetê ew e ku li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere. Ger wekî hewce dike bê tevgerkirin, jixwe tu hewcedariyek me ya cuda namîne.

Akkizal bal kişand ku dema mijar dibe parêzvanên mafên mirovan civak ger kesek di medyaya sereke de weke terorîst bê binavkirin, wê bi vî awayî qebûl dikin û wiha axivî: “Helbet divê nêrîna civakê ya li ser parêzvanên mafan di aliyê piştgiriyê de be. Ji ber ku di her kêliyê de îhtîmal heye ku mafê her kesê bê binpêkirin. Di vê rewşê de, yên ku dê mafan biparêzin aktîvîst û parêzvan in.”