Berfîn Polat: Mirina jinan a bi guman weke "întihar" dikeve qeydan

Parêzer Berfîn Polat bal kişand ku li Tirkiyeyê mirina jinan a di bin navê 'întiharê’ de baş û rast nayê lêkolînkirin, diyar kir ku di bûyerên wekî întihar hatine nîşandan de, kiryarên ku weke gumanbar nehatine dîtin û binçavkirin, dikarin bi tunekirina delîlan bûyerê di lehiya xwe de biguherînin û rastiyê veşêrjin. Berfîn Polat got: “Mijar çi dibe bila bibe, cihê ku em lê digerin û careke din dibînin dîsa Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li gorî daneyên salane yên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di sala 2021’ê de 280 jin hatine qetilkirin, 217 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe jî dest dane. Li gorî daneyên ekîba Fîlmmorê di nava du salên dawî de 29 jinan bi "ji ber ketina ji cihê bilind" jiyana xwe ji dest dane. Mirina jinên bi ketina ji balkon an jî ji ser banê jiyana xwe ji dest dane, bi piranî weke mirina xwezayî ketine qeydan. Dema ku mînakên Şule Çet an jî Duygu Delen ji bo jinên ji cihên bilind ketine bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane tên dayîn, di meha dawî de 5 jinên ku ji balkon an jî banê malê ketine bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane nîşan dide ku mirina jinan ne tesaduf e.
Di nava du salan de 29 jinan ji ber ketina ji cihên bilind jiyana xwe ji dest dan
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Parêzer Berfîn Polat destnîşan kir ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê bûyerên tundiya li ser jinan û mirina bi guman zêde bûne û diyar kir ku her dem jinên ku ji balkon an jî banê xanî ketine xwarê li pişt wan mêr hebûne û got ku gelo ev yek qet bala dozger û hêzên berpirsyar, polîs û emniyetê nakşîne?
“Jin beriya bên kuştin daxwaza parastinê dikin” 
Berfîn Polat anî ziman ku di piraniya bûyerên mirina bi guman an jî ber bi întiharê ve hatine teşwîqkirin de, jin beriya bimirin serlêdana tedbîrên dûrxistin û parastinê kirine û diyar kir ku jin tevî van serlêdanan jî hatine kuştin. Berfîn Polat diyar kir ku ev encam nîşaneya wê yekê ku dezgehên dadwerî yan jî hezên berpirsyar erkên xwe bi awayekî bi bandor pêk naynin û da zanîn ku bi giştî mirina bi guman a ku piştî qonaxa dûrxistinê diqewimin û wek întiharê didin nîşandan tu kes berpirsyar nayê girtin loma jî mirina bi guman û cînayetên jinan roj bi roj zêdetir dibin.
“Hezên berpirsyar erka xwe bi cih naynin”
Berfîn Polat diyar kir ku tenê di meha Çileyê de 28 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Rûyê hundirîn ê întihar an jî mirina bi guman ku di nava vê pergalê de weke mirina xwezayî hatiye tomarkirin ji ber bertek, xwedîderketin û rojevîkirina tevgera jinan a li Tirkiyeyê, derket holê. Dosyayên Şule Çet, Pinar Gultekin û Îpek Er jî ji van mînakên herî girîng in. Mixabin ji ber pêkneanîna rast a zagonan, hezên berpirsyar ên ku erkên xwe bi bandor pêk naynin, zimanê nefretê û polîtîkayên siyasetê me bi wêneyekî ku mirina bi guman a jinan ji hejmara kuştina jinan hîn zêdetir e re rû bi rû dihêle.”
“Ji pişt mirina bi guman her dem mêrek derdikeve”
Berfîn Polat destnîşan kir ku her çend li pişt jinên ku ji pace û balkonê ketine jiyana xwe ji dest dane mêrek hebe jî mirina jinan weke “mirina xwezayî” tê binavkirin, diyar kir ku li pişt hemû jinên ku xwe ji cihên bilind davêjin mêr hene. Berfîn Polat got: "Ev bûyer jî eşkere dikin ku di rastiyê de întihara jinan ne, bi teşwîqa mêran çêdibe, yan jî ne întihar e."
Berfîn Polat anî ziman ku bûyerên ku mirina jinan bi encdam dibin, nîşan didin ku divê zêdetir guman çêbibin û di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Dema em li raporên TUÎK’ê yên salên 2014-2019’an dinêrin, dibînin ji 20 hezar bûyerên  întiharê 15 hezar ji wan mêr in. Ger em bi zanîn û hişyarî vê yekê nîqaş bikin, em ê bibînin ku mêr ji jinan bêtir întihar dikin. Ji ber vê yekê, mixabin ji ber van sedeman bi lez girtina dosyayan ji bo aliyê me ne rewşeke were qebûlkirin e. Ji ber ku dosya ji aliyê saziyên dadwerî ve bi qebûlkirina întiharê tê destpêkirin, lêkolînên cihê tawanê bi baldarî nayên kirin, agahî û belgeyên din bi awayekî saxlem nayên bidestxistin.”
"Kiryar delîlan tune dikin" 
Berfîn Polat diyar kir ku di bûyerên wekî întihar hatine nîşandan de kiryarên ku weke gumanbar nehatine dîtin û binçavkirin, dikarin bi tunekirina delîlan bûyerê, di lehiya xwe de biguherînin û got ku di pêvajoya dawî de piraniya dosyayan li ser îradeya kiryaran tên meşandin. Berfîn Polat anî ziman ku kiryar vê cesaretê ji polîtîkaya bêcezatiyê digrin û wiha axivî: “Di dozên ku li ser îradeya kiryar tên meşandin de tu jinên ku bersivê bidin vê îradeyê tune ne. Ji ber ku jinan jiyana xwe ji dest dane û bi îdiayên pir xerab re rû bi rû dîminin. Em bi zîhniyeteke ku piştî jinan dikuje jî jiyana wan lêpirsîn dike re rû bi rû dîminin. Di qetilkirinên jinan ên berê çêbûne de, ji bo sûdwergirtina ji şert û mercên guncav ên kiryaran ên wekî kêmkirina rewşa baş an jî tehrîka neheq, xwe dispêrin pişt hincetên wekî namûsê ku wekî hincet tên dîtin. Niha jî delîlan tune dikin.”
“Cihê ku em ji bo çareseriyê lê digerin dîsa Peymana Stenbolê ye”
Berfîn Polat diyar kir ku jinên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin rastî êrîşên giran tên û di encama êrîşan de wêneyên xeternak derdikevin, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mijar çi dibe bila bibe, cihê ku em digerin û careke din vedigerin dîsa Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmar 6284’an ne. Ev peyman peymaneke herî fireh a mafên jinan digre dest e. Peymaneke ku ji bo diyarkirina zelal a statûya jinan ku timî li gorî mêran di plana duyem de ne û ji bo rakirina newekheviya zayendî di gelek cihan de berpirsiyarî digre ye. Saziya ku di peymanê de çavdêriya dewletên dike jî di sala 2018’an de raporek amade kir. Di vê raporê de hatibû nivîsandin ku pêwîstî bi serêrastkirina daneyên jinên ku ji bilindahiyê avêtine yan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane heye. Polîtîkayên bêcezatiyê hene û ji bo pêşîgirtina li tundiyê tedbîran bigre ji Tirkiyeyê re pêşniyaran dikir. Mekanîzmayek kontrolê hebû.”