Bazirganiya mirovan kaoseke cîhanî çêdike

Parêzer Zeyneb Ebû Talib got ku sepandina Qanûna Bazirganiya Mirovan bi tawanên girêdayî bazirganiya organan û veguhestina organan li navendên bijîjkî yên ne pispor an ên bê destûr û hin kiryarên derexlaqî, ve girêdayî ye.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Bazirganiya mirovan yek ji kiryarên herî hovane ye ku rêjeya wê di heyama dawî de zêde bûye. Ev yek ku bûye sedem ku civaka navdewletî pê re rûbirû bimîne. Gelek şêweyên bazirganiya mirovan hene, di nav de îstîsmarkariya zayendî, cudakariya li dijî jinan di nav de yên qanûnî, revandin û firotin an bazirganiya zarokan ji bo her armancê û bi her şêweyî. Yek ji awayên bazirganiyê tundiya li dijî jinan e û her kiryareke tundiyê ya ku ji aliyê zayendî ve tê kirin û di encamê dibe sedema ziyan û azaran, çi fizîkî, çi zayendî û çi derûnî be.

Bazirganiya mirovan wergirtina zarokan di rewşa razîbûna dê û bavan de bi riya dirav an tezmînatê û tevlibûna zarokan di pevçûnên çekdarî de bi riya leşkerkirina bi darê zorê di nav artêş an milîsên çekdar û îstîsmarkirina wan ji fuhûş û pornografiyê, di nav xwe de dihewîne. Di dawiyê de jî derxistina organ û tevnên laşê mirovekî zindî, bi riyên neqanûnî, bêyî ku, çi ji bo armanca firotina wan be, çi ji bo veguheztina wan di laşê kesekî din de be. Ev hemû jî vê yekê dikin mijara herî girîng ji bo parastina mirovahiyê ji zilm, stemkarî û îstismarkirina li ser bingehê çewsandin û tirsandinê.

Li Misirê bazirganiya mirovan

Di sala 2003'an de Misirê Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Tawanên Rêxistinkirî pesend kir û gelek gav avêtin ji bo rûbirûbûna wê tawanê û parastina jin û zarokan ji wê. Komîteya Hevrêziya Niştimanî ya Têkoşîn û Pêşîlêgirtina Bazirganiya Mirovan di sala 2007'an de li gor biryara serokwezîr ya hejmar 1584 ya sala 2007'an hat damezrandin û di çarçoveya qanûna jimare 82 ya sala 2016'an de bi Komîteya Hevrêziya Niştimanî ya Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li dijî Koçberiya Neqanûnî re hat yekkirin. Gelek doz ji aliyê dadgehên Misirê ve der barê tawanên bazirganiya mirovan de tên birêvebirin. Di sala 2010'an de penagehek ji bo qurbaniyên bazirganiya mirovan hat avakirin da ku lênihêrîn û rehabîlîtasyona wan bike.

Sedemên ku berfirehkirina sepana Qanûna Bazirganiya Mirovan sînordar dike

Parêzer Zeyneb Ebû Talib got ku sepandina Qanûna Bazirganiya Mirovan bi tawanên girêdayî bazirganiya organan û veguheztina organan li navendên bijîjkî yên nepispor an ên bê destûr û her wiha rastiyên ne asayî, di nav de seksa bazirganî, wek nimûne û hin kiryarên neexlaqî, ve girêdayî ye û wiha pê de çû: "Di Zagona Bazirganiya Mirovan de giraniya cezayan sedema bi cihneanîna wê ye. Peymana Palermoyê bazirganiya mirovan weke leşkerkirin, veguheztin û wergirtina mirovan, bi riya tehdît, bikaranîna hêzê, yan bi awayên din ên zorê, revandin, xapandin an bi wergirtina drav ji bo bidestxistina razîbûna kesê ku bi mebesta îstîsmarkirinê li ser kesek din kontrol dike, pênase dike."

"Ji ber ku bûyerên bazirganiya mirovan nabin rapor her diçe belav dibe"

Zeumeb Ebî Talib diyar kir ku neraporkirina bazirganiyê yek ji sedemên belavbûna wê ye, bi taybetî di nav jinan de, ji ber ku ew ji berteka civakê ditirsin û wiha axivî: "Îstîsmarkirina mirovan ji bo hev sûcê herî domdar e li ser rûyê erdê ku ji dema ku civakên mirovahî bi cih bûne û li ser bingehê hêz, dewlemendî û nijadî ji hev cuda bûne dest pê kiriye û koletiyê şiklê herî dijwar ê vê îstîsmarê bû. Tevî pêşketina mezin a sedsala borî di warê parastina nirxên mafên mirovan û wekheviya di nav mirovan de, cîhan hê jî kesên qels û belengaz di bazirganiya zarokan, qaçaxkariya koçberan, karê bi darê zorê, bazirganiya organên mirovan û îstîsmara zayendî de îstismar dike."

"Divê jin bûyerên îstîsmarê ragihînin"

Zeumeb Ebî Talib da zanîn ku Misir piraniya peymanên navdewletî yên girêdayî bazirganiya mirovan îmze kiriye û zagona jimare 64 ya sala 2010'an derxistiye ku ji dema derketina wê ve hatiye sepandin û wiha got: "Krîz bi giranî di bilindkirina hişmendiya cureyên bazirganiyê û encamên wê û zagona tawanan de ye. Ji ber ku gelek kes ji firotina organan wêdetir tiştek li ser hukm û senifandina wê nizanin ku pêwîstî bi asteke bi xîret ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve li ser vê dosyayê heye. Divê jin baş bizanibin ku qanûn razîbûna wan li ber çavan nagire û parastina wan a taybet heye, ji ber vê yekê divê her bûyerek îstîsmarê ragihînin, her çend di bin zexta hewcê yan jî şantajê de razî bibin. Şahid jî çi di warê îfadeyan de, çi jî naveroka agahiyên ku dane, tên parastin. Her weha divê parastin ji agahdarkerên bûyera bazirganiya mirovan re, mîna şahidan, were peydakirin, ji ber ku ev yek bêtir zêdekirina rêjeya ragihandinê teşwîq dike."