Baroya Îzmîrê der barê Diyanetê de gilî kir

Baroya Îzmîrê ji ber fetwaya der barê zarokên mexdûrên erdhejê de der barê rayedarên Midûriyeta Karên Diyanetê de gilî kir.

Navenda Nûçeyan- Di fetwaya bi sernavê "Pirsên Timî caran Ji Herêma Erdhejê tên Pirsîn" ku di 17ê Sibata 2023’an de li ser malpera fermî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê hat weşandin de, ji bersiva pirsa “Gelo zarokên mexdûrên erdhejê dikarin bên ewlad girtin?” beriva, “wekî di navbera kesên ewlad digrin û zaroka ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîne, zarokê ewlad hatiye girtin li şûna dayik û bavê xwe ya rast, qeydkirina wê/wî ya nîjada wan ne caîz e. her wiha di navbera zaroka wek ewlad tê mezinkirin û ya ewlad digre de, ji hevdu re mafê mîrasvan bûyin jî ne mijara gotinê ye” ji darazera hat birin. Baroya Îzmîrê der barê daxuyaniya Midûriyeta Karên Diyanetê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da.

Baroyê, xwest Serokatiya Karên Diyanetê Alî Erbaş, endamên Lijneya Bilind a Karên Diyanetê û gumanbarên ku nasnameya wan di çarçoveya lêpirsînê da hat tesbîtkirin bi sûcên "teşwîqkirina nepêkanîna qanûnan”, "bikaranîna peywirê ya ji bo xirabiyê", “ di dema erkê de bikaranîna xizmetên olî ji xirabiyê re” û "bi awayekî bêusul bikaranîna xizmetên kamûyê" bên darizandin.

Teşwîqa sûc heye

Di daxuyaniya ku ji aliyê Baroya Îzmîrê ve der barê mijarê de hat dayîn, hat ragihandin ku Midûriyeta Karên Diyanetê Qanûnên Medenî û Qanûna Parastina Zarokan binpê kiriye û wiha hat gotin: "Eşkere ye ku di asta êrîşa zayendî ya zarokan teşwîq dike de ye û sûc e. Li dijî ev daxuyaniya ku di navbera zarokan de mexdûriyetên vegera vê nemimkûnê avabike, kirina vê giliyê bû mecbûrî.” Her wiha di daxuyaniyê de ji Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî ev pirs hatin pêşkêş kirin.

“* Zarokên ku piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’an û vir ve ji aliyê malbat û xizmên xwe ve lêgerîna wan hat kirin, di nava daneyên ku ji aliyê wezaretê ve hatine ragihandin de cih digirin an ne?

* Çend zarokên ku bêyî tesbîta nasname hatine definkirin hene?

* Ji bo zarokên nasnameyên wan nayên tespîtkirin û bi xizmên zarokên nikarin bigihijîn malbatên re, rêyek çawa tê şopandin?

* Yekîneya şopandina medyaya dijîtal ya ku hat ragihandin ji aliyê Wezaretê ve hatiye avakirin çawa dixebite?”