Amira Yacoubi: Tûnis ji bo jinan welatek bi ewle nîn e
Ji salên 1980’yan ve, Tûnis bû şahidê destpêka zayîna femînîzma ku bi biryardarî berevaniya mafên jinan dike ji bo bigihîjin biryar û rêveberiyê. Ew meylek bû ku bi pêşve diçû, berfireh dibû û bi wêrekî û rexneyên tûj ên li dijî desthilatdariyê dihat zanîn.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Femînîst didin diyarkirin ku nakokiya nifşan ne di berjewendiya tu aliyan de ye, ji ber ku prensîb, armanc û mebest yek in. Ew jî ew e ku pêşxistina rastiya jinan û statûya wan veguhezîne û bi vî rengî civakê bi pêş ve bibe.
Aktîvîsta femînîst a Tûnisî û pispora civaknasiyê Amira Yacoubi bersiva pirsên me da û da diyarkirin ku Tûnis ji bo jinan welatek ne bi ewle ye û banga xebatê kir ku li dijî zîhniyeta baviksalarî ku pejirandina qanûnek ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan tehlûkeya mêrbûna xwe dibîne, şer were kirin. Bi bîr xist ku riya têkoşînê ji bo wekheviya bêkêmasî ya mûçe, mafê mîrateyê û jiyîna di aştiyê de hîn dirêj e û hewceyî bi hewldanek zêde û bihêz heye.
Amira Yacoubi, aktîvîstek femînîst e bi parastina mafên jinan li Tûnisê tê naskirin, çi bû sedem ku hûn li ser vê riyê bimeşin?
“Wek we jî diyar kir, ew riyeke dijwar e û girtina biryara çûyîna nav qadek wisa wêrekî û cesaretê dixwaze. Nemaze li welatek ku ji Çileya 2011’an vir ve di nav kedên dijwar re derbas bûye. Ji bo ku em dengê xwe bilind bikin û mafên xwe biparêzin lê berevajî derxistina wan, pergala siyasî ya ku ji şoreşê û vir ve hewl dide wan talan bike û şer hîn pir dirêj e. Ez di ezmûna berevaniya mafên jinan de derbas bûm ji ber baweriya min ji dil bi dozê heye. Ji ber ew malbata ku ez tê de dijîm ji azadiyê bawer dikir û ji bo sermayeya mirovî veberhênan dikir. Dayika min piştgiriya min kir ku ez li dengê jinên bindest ragihînim û girîngî li her devara Tûnisê bidim şert û mercên wan. Her wiha rola dayika min di qedandina rêwîtiya min a xwendinê ya civaknasiyê de û çêkirina keviran da ku bigihîjim pozîsyona wê dixwest ez lê bim, gelekî mezin bû. Lê çarenûsa mirinê ya herî bi lez bû. Dayika min ez li ser nirx û pêgiriya bi azadiyan re mezin kirim û pêşniyar kir ku di her armancê de riyek bêzar heye û bi bêhnfirehî û xebatê tiştê ku dixwaze pêk bîne. Wê ez teşwîq dikirim ku hemû pratîkên dibe ez di jiyana xwe de bi wan re rûbirû bimînim eşkere bikim da ku ez nebim nêçîra kesekî di civaka baviksalarî de û dengê xwe bilind û azad bigirim û baweriya xwe bi tiştê ku ez lê digerim binîm.”
Komeleyên femînîst pêşwaziya xwe bi tayînkirina deh jinan di hukumeta nû de diyar kirin, hûn ji rêjeya jinan di hikûmeta Najla Boden de razî ne?
“Ez dibînim ku tayînkirina deh jinan di heyamek awarte ya ku welat tê re derbas dibe de gavek erênî ye. Nemaze ji ber ku jin ji şoreşê û vir ve ji hukûmetên cihêreng tune ne û wan hebûna xwe li Wezareta Jin û Malbatê tenê diyar kirin û bûn şahidên nûnertiyek pir qels û tayînkirina wan her dem di saziya malbatê de bû. Me jin di wezîfeyên girîng ên biryardan û wezaretên serweriyê de nedîtin, ew jî ji ber olperestiyê tê ku hewl tê dayîn nêrîna wan kêm bibe jinan û ji pozîsyonên girîng dûr bixe. Gelek aliyan wêneyê jinan wekî dekor bi kar anîn, tenê ji bo domandina kirûbira derewa ku Tûnis paytexta jinên Ereb e û mînaka yekemîn di warê gihîştina mafên jinan de ye. Lê rastî bi tevahî cuda ye û ev bi dîtina rastiya civakî, aborî û siyasî ya jinan tê dîtin ku serdestî û nehevsengiya di asta têkiliyan de û dabeşkirina neheq a pozîsyonên hêzan berevajî ya ku jê re destûr tê gotin e. Ruxmê kêmasiyek wê hebe jî lê piştrast dike ku jin û mêr li ber qanûnê xwediyên mafên wekhev in. Li welatê me piranî mêr wezîfeyan digrin, nemaze wezaretên serwer ku ji jinan re tên qedexekirin. Tûnis perçeyek ji cîhana ku jin tê de bi kiryarên cudakar ên mezin re rû bi rû dimînin e. Berevajî wêneyê ku li ser rûyê erdê tê firotin e. Divê were zanîn ku Tûnis di van salên dawî de di warê azadiyan de paşverûtiyek û zêdebûna şîdetê bi awayek tirsnak dijî. Jin ji ber zêdebûna bêsînor a rêjeyên şîdeta bêdawî êşê dikşînin. Rayedaran bedela nêrîna kêmdîtina mêr didin. Îro, em di veqetandina wêneyê dayik, xwişk û jinan ji wêneya jin3en pêşeng a serkeftî de bi ser neketine. Ji ber vê yekê em nûnertiyek mezin a jinan nabînin û ev bi pratîkên biçûk ên wekî perdeya jinan tê dîtin. Di dema sondê de, mîna ku em bibêjin jin awrah e û divê porê wê were veşartin. Riya azadbûnê bi kelecan e û her qonax hilkişîn û daketinên xwe hene. Ez difikirim ku pêdivî heye em nûnertiyên xwe yên çandî û têkiliya xwe bi bedena xwe re ji nû ve binirxînin, ji ber azadkirina bedenê mijarek têkildarî pêşketin û civaka sivîl e. Ji ber em têkoşîna şer bi tenê bêyî tu destwerdanan dikin divê em bi tena xwe bedenên xwe azad bikin û ew bi norm û standardên civakî re nakok nabe. Dem hat ku jin di hukumeta nû de, nûnertiya jinan girt nav xwe, bi tiştên qewimî serbilind bin. Ji ber vê yekê, li pêşiya me şerên mezintir hene û mîna ku me berê şer kir û me di merasîma cenazeyê femînîst û aktîvîsta mafên mirovan Lina Ben Mhanni de sînor şikand, em ê dîsa jî ji bo jinan şerên bi hêz bikin.”
Tevî derxistina qanûnek têkildarî rakirina şîdeta li ser jinan, rêje hê jî di astek metirsîdar de ye, li gorî we nehevsengî li ku derê ye?
Qanûna hejmara 58 sedema yekem a zêdebûna şîdeta li dijî jinên li Tûnisê ye û ez ê şîrove bikim ka çima, şîdet wekî diyarde berê hebû û berbelav bû. Lê hejmarên ku ji hêla rayedarên jêhatî ve tên pêşkêşkirin, mîna Buroya Neteweyî ya Malbat û Bajarvaniya Mirovan, ne zelal bû. Lê ev nexweşî ji bo desthilatdaran, tisane û karesat nedihat hesibandin heya ku hejmaran beriya şoreşê piştrast kir ku jinek ji du jinan rojane di encama şîdeta di civakê de zêde bûye tê kuştin û rayedaran guh neda wê. Di vir de xeterê dest pê kir piştî ku bû diyardeyek xeternak ji bo tenduristiya giştî. Piştî têkoşînên femînîst û fedakariyên mezin qanûna ku hat bi bîra zîhniyeta baviksalar otorîter xist ku jinên Tunisî xwedan kovara Rewşa Kesane ya di sala 1956’an de hat derxistin in. Ew jî pirjinî qedexe dike û banga wekheviyê di navbera jin û mêran de dike û gelek mafan dide. Bi vî rengî dibe kovarek pêşeng di serdema ku hatiye weşandin de û ji ber vê yekê li gorî van zîhniyetan, jinan mafên xwe girtin. Qanûnek wiha xeteriyek kesane ye ji têgîna baviksalarî û mêranî, ya ku li Tûnisê dijîn. Li dora mayîna jinan wekî siya ku bêyî serxwebûnê digere dizivire. Bi dîtina min, zêdebûna şîdetê li hemberî qanûnek ku tê texmînkirin jinan diparêze, reaksiyonek tundûtûjî ye.”
Pêşketina têkoşîna femînîstan a li Tûnisê di deh salan de ji hêla form û pêşîniyan ve çêbû. Gelo we ev pêşketin hîs kir? Hûn îro xebatên femînîstan li Tûnisê çawa dinirxînin?
Ti meşrûyeta min tune ye ku ez hewldanên mezin ên femînîstan ên li seranserê serdeman li Tûnisê înkar bikim yan paşguh bikim. Ji bo ku bigihîjin wekheviya bêkêmasî ya di navbera cinsan de û ferzkirina mafên jinan û îsbatkirina hebûna wan di meqamên biryardanê de. Wan kevirê bingehîn danîn û em ji wan fêr bûn û me gelek sûd wergirtin heya ku em vê riyê bidomînin. Ji ber vê yekê ez nirx didim hewldanên komeleyên pêşîn ên ku ji bo parastina jinan bi rewşenbîrî çekdar bûn, nemaze Komela Jinên Tûnisî û Komeleya Tûnisî ya Jinên Demokrat. Îro em rûbirûyê şêwazên têkoşînê yên girêdayî rejîmek zordar an civînên nehênî ne lê îro em li hemberî pergalek din li ber xwe didin. Em nifşê femînîstên piştî şoreşê ne.
Rêbazên me cuda dibin, daxwazên me yên nû û xwendinek cuda heye lê raman radestkirina meşaleya li Tûnisê ji ber nakokiya nifşan hîn jî pêdivî heye ku were berçavkirin. Ji ber ku di navbera femînîstên ciwan û nifşê pîr de hîn pêbawerî çênebûye. Her çendî awayên têkoşînê ji hev cuda bin jî armanc yek e, li wir gelek herikbar, dîtin û dibistanên fikrî hene. Min bi xwe, di serdema serokwezîrê berê Zeynel Abidin Ben Alî de salên têkoşînê nejiya lê niha ez di heman qonaxan de bi giyaneke nû û awayên cihêreng dijîm û ez dibînim ku tevgera femînîst li Tûnisê roj bi roj bi pêş ve diçe, heya ew gihîşt asta parastina mafên hindikahiyên cinsî û mijarên berfireh û mezintir.”
Wekî çalakvanên piştî şoreşê gelo tevî ku azadî hatiye marjînalkirin jî têkoşîn ji we re dijwartir xuya dike?
Her qonaxek avantaj û taybetmendiyên xwe hene û ji ber ku min beriya şoreşê demên têkoşînê nejiyaye, ez dikarim qala parastina mafên jinan ên piştî şoreşê bikim ku ji bo guheztina vegotinên têkoşînê riyek pir dijwar e. Bedana jinan bi deng, bedewbûn û jinîtiya xwe ve heyî bûye. Mijar guheriye, me hewl da em ji efsaneya tevliheviyê derkevin. Efsaneya ku bedena me ‘sedema gunehê’ dibîne ku Adem ji bihuştê da avêtin. Rêbaza me xwedî taybetmendiyek xweser e. Em nifşek ciwan, femînîstên nû ne ji ber em di rewşek cihêreng de dijîn. Em bi reqs, stran û rengînî li dijî tarîtiyê şer dikin. Em li dijî hemû hewldanên paşvexistina hêzên paşverû yên ku dixwazin nasnameyê ji holê rakin, şer dikin. Em bi bedenên xwe wekî vegotinek siyasî ya ku zilmê red dike û ji bo maf û azadiyan li ber xwe dide stana dibêjin.”
Di nava ji destçûyîna destkeftiyan û tirsa xetera li ser azadiya heyî de, peyama we ji jinên Tûnisî re çi ye?
Di çarçoveya hevgirtina femînîst de û xwedan heman nasnameya jinan û hebûna gelek xalên hevbeş, ez dibêjim ku rê hê dirêj e û gelek biryardayîn hewce dike. Pêdivî heye ku ew bê rawestan bidomînin. Ger ew bi rastî ji mijara gihîştina wekhevî, dadmendî û aştiya civakî bawer bin. Ji bo em bigihîjin mafên xwe yên tenduristî, parastina hebûn, nasname û mafên xwe riya berxwedanê hê dûr û dirêj e.”