Aktîvîstên TJA yê hatin darezandin

Daneşîna doza Berdevka Demê ya TJA Ayşe Gokkan hat dîtin, ji ber dadgehê destur neda bi Kurdî parastina xwe bike danişîn pirotesto kir. Aktîvîsta TJA yê Gulcîhan Şîmşek jî di doza ku têde dihat darezandin de 7 sal û 6 meh ceza girt.

Daneşîna doza  Berdevka Demê ya TJA Ayşe Gokkan hat dîtin, ji ber dadgehê destur neda bi Kurdî parastina xwe bike danişîn pirotesto kir. Aktîvîsta TJA yê Gulcîhan Şîmşek jî di doza ku têde dihat darezandin de 7 sal û 6 meh ceza girt.
Amed - 20'emîn Daneşîna doza  Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi îdaya "revira rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe ji girtîgeha lê bi rêya Sîtema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû, parêzerên wê Berfîn Gokkan û Muharrem Şahîn jî li daneşînê amade bûn. Herwiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosun, Dersîm Dag, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, aktîvîstîn TJA'yê û rêxistinên HDP'ê yên gelek bajar û navçeyan û malbata Ayşeyê jî xwestin daneşînê bişoînin lê pandemî kirin hincet û tenê hejmareke kes girtin eywana daneşînê. 
Destur nedan parastina bi Kurdî
Ayşe ya ku ji bo parastinê mafê axaftinê jê re hat dayîn, diyar kir ku ew dixwaze bi kurdî parastina xwe bike. Li ser vê dadgehê jî got ku tenê di daneşîn ewil û ya dawî de hûn dikarin bi kurdî parastinê bikin û ew destur nadin parstinê. Ayşe helwesta dadgehê şermezar kir û got ku ew ê parastinê neke. 
Parêzer Muharem şahîn jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku muwekîla wî pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene divê li daneşînê amade be. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzer bi hinceta pandemî heye red kir. Muharrem diyar kir ku di îdanameyê de dozger ji ayşeyê re gotiye , "welatîbûna KCD" lê ew nizanin ku ev gotin tê çi wateyê û divê ku ji wan re bê vegotin. Muharrem di berdewamiyê de wiha got,"Em nizanin ku muwekîla min çima girtî ye. Di dosyayê de rwşeke ku divê girtî bimîne tune ye. Herwiha berê jî derbarê dosyayê de parastina xwe kir û hat tahliyekirin. Dema ku ji bo muwekîla min biryara girtinê dan li derê bajêr bû. Lê li gel vê jî hat û tevli daneşînê bû. Tu rewşeke ku bireve tune ye."
Parêzer Berfîn Gokkan jî diyar kir ku ji bo her dosyaya ku bi hev datînin îfadeya wê hatiye girtin û ji bo wê tu vexwendname nehatiye şandin. Berfînê got ku muwekîla wê ji dosyayeke ku îfade daye girtî ye û ji dosyayeke din jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê tevli nebûye. Berfînê anî ziman ku muwekîla wê tevli hemû dozên ku lê hatine vekirin bûye û rewşeke wê ya birev  tune ye û divê bê tehlieyekirin. 
Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt ku da biryar da ku rewşa girtî ya Ayşeyê bila bidome û dozz taloqî 23'yê hezîranê kir. 
7 sal û 6 meh ceza dan Gulcîhan Şîmşek
Derbarê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek de ji ber çalakiyên tevlîbûyî û beyanên şahidê nepen bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Şîmşek, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna ku Şîmşek tevlînebûyî de parêzerên wê Cemîle Tûrhalli Balsak, Gulan Çagin Kalelî û Şivan Cemîl Ozen amade bûn. Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya vê de ku xwestibû Şîmşek ji “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin dûbare kir.
Parêzer Şivan Cemîl Ozen, diyar kir ku parastina derbarê esase de weke nivîskî pêşkeşî dosyayê kirine û anî ziman ku beyanên şahidên nepen ne rast in, derveyî hiqûqê ne. Şivan, da zanîn ku vê yekê qebûl nakin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak jî diyar kir ku çalakiyên bûne mijara dozê divê di çarçoveya azadiya îfade û ramanê de bên nirxandin û anî ziman ku têkildarî îdîayan tu tiştekî qanûnî tune ye. Cemîle, xwest ku dadgeh biryara beraetê bide.
Parêzer Gulan Çagin Kalelî jî destnîşan kir ku beyanên şahidên nepen tena serê xwe nikare esas were girtin û da zanîn ku ji xeynî beyanên nepen tenê delîleke şênber di dosyayê de nîne. Kalelî daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 5 sal ceza da Şîmşekê, pişt re nîviyê vî cezayî lê zêde kir û cezar 7 sal 6 mehan. Dadgehê têkildarî Şîmşekê nirxandina “keseke dikare sûc bike” kir û ceza danexist.