Aktîvîsta dibin çavan de sewqî Girtîgeha Evînê kirin

Aktîvîsta Mafê Karkeran Asal Mohammadi ya ji 6’ê Mijdarê ve dibin çavan de ne sewqî Girtîgeha Evînê kirin.

Navenda Nûçeyan – Komara Îslamî ya Îranê 6’ê Mijdarê bi ser mala Aktîvîsta Mafê Karkeran Asal Mohammadi de girtin û girtin binçavan. Ji wê demê ve di kowîşa 209’an a Navenda Çavdêriya Wezaretê de tê girtin. Piştî lêpirsînê Asal Mohammadi sewqî Girtîgeha Evînê kirin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê li gel Asal Mohammadi aktîvîsta bi navê Hirad Pirbdaghi jî hatiye girtin. 
Di derbarê girtina aktîvîst Asal Mohammadi de agahî tune ye.