Aktîvîst Soheila Hijab Bidsorkhi hat sirgun kirin

Girtiya siyasî aktîvîst Soheila Hijab Bidsorkhi ya li Îranê girtiye ji Girtîgeha Qerçaxê bi zorê sewqî Girtîgeha Senendcê kirin.

Navenda Nûçeyan – Soheila Hijab Bidsorkhi ya li Îranê bi hinceta “propagandaya li dijî pergalê” û “nerihetkirina raya giştî” hatî darezandin û rastî  18 sal cezayê girtîgehê hat, ji Girtîgeha Qerçaxê bi zorê sirgunî Girtîgeha Senendcê kirin. Paşê jî qedexeya derketina hevdîtinê li ser ferz kirin.