Abîr Hemdî: Namzeta jin di sendîkayên Meclîsan de temsîla tevahî jinan dikin

Parêzer û Şêwirmenda Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Jinan, Abîr Hemdî di derbarê hilbijartina sendîkayên meclîsê de got: “Îro jin bang dikin da ku vê paşverûtiyê bişkîne û di sendîkayên meclîsan de rola xwe bileyîze."

ASMAA FATHI

Qahîre- Hêjmarek bi sînor a jinan di nav sendîkayên pîşeyî yên cîhê de dikarin di hilbijartinan de bighêjin serkeftinê. Rêjeyek heye ku ji wan dighêje heman hêjmara mêran ku hewce dike ku bighêjin çareseriyek radîkal ji bo kêmbûna hêjmar û destnîşankirina sedemên wê. Encûmanên Rêvebir ên sendîkayên pîşeyî yên cihê reng, hin ji wan bûne kelhe û ji jinan re zehmetî derdîxînin holê, ev yek jî hişt ku hêjmarek mezin ji welatiyan bi dosyayê re eleqeder bibin da ku çareseriya vê qeyranê bigerin. Heta niha di sendîkayên meclîsan de hêjmarên herî zêde ji mêran pêk tê da ku jin vê ferasetê bighore û temsîliyeta jinê di sendîkayên meclîsan de hilbijêre têkoşînên mezin li hember desthilatdariya heyî dide. Ji bo em hîn zêdetir astengiyên li pêşiya hebûna jinan di encmûmenên sendîkayan de û gîhandina kursiyan weke berhema dengdanê nas bikin, Parêzer û Şêwirmenda Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Jinan, Abîr Hemdî bi riya gotibejekî bersiva pirsên ajansa me da.

Hûn dikarin rola jinan di sendikayên meclîsan de binirxînin?

Em di nava civakekê paşverû û çandeke serdest de dijîn ku desthilatdariya mêr xwe li ser jinan feriz dikin. Mixabin rol û fikrên wiha di dengdan û hilbijartinan de bandor dike. Jin di rastiyê de nûnertiya piraniya meclîsên giştî dikin, lê em dikarin bi tiştên ku li sendîkaya parêzeran de diqewime mînakê wê bidin ku hêjmara jinan di civata giştî de nêzî sedî 40 e. Tevî vê yekê jî piştî têkoşîna 30 salan me tenê karî kursiyek bi dest bixin û Fatma El-Zehra hate hilbijartin. Nebûna jinan di meclîsê de cihê mixabiniyê ye. Weke civaka sivîl, divê em kar û xebatên mezin bikin da ku têgeha serdestiyê bigohêrînin ku jin jî hêjaye. Jin bi berpirsiyartiyek mezin dikare firsendên heyî bi dest bixe.    

Berşdarbûna jinan di hilbijartina sendîkayan de çawa ye?

Ez wek jinek li ser asta hemû parêzgehan beşdarî hilbijartinên Sendîkaya Giştî a Parêzeran bûm. Ev yek barekî giran xistibû li ser milê min. Her wija ji 250 manzedan tenê 10 namzetên jin hebûn. Em rastî gelek gotegot û astengiyan hatin. Di nava civaka me de têgehek wiha hatiye rûniştandin ku di hilbijartinan de mêr baştire û kes nikarê bêyî mêr li ser mijaran bixebite û bimeşe. Ev yek ji bo me bû pirskirêkek mezin ku heta niha em dijîn. Namzetên heyî bi qasî ku bi hişyarkirin û hewildana re eleqeder bûn, bi hilbijartinan re nedikarîn eleqeder bibin. Di van hilbijartinan de tevî zehmetiyan, min karîbû 8000 dengan bi dest bixim. Em wek jin vê yekê wek serkeftinê bi nav dikin ku ezmûneke berhemdar û bi bandor bû. Ji ber êdî em derfet dibînin ku em ê bikaribin guhertinan pêk bînin û tabûya heyî bişkînin.

Ji bo ku jin beşdarî hilbijartinan bibin, pêwîstî bi amadekarina jinan heye gelo?

Amadekarî nehat kirin ku em namzeta xwe pêşkêşî komeleya giştî bikin û ev yek qelsî û kêmasiyan bi xwe re anî. Di heman demê de em dikarin bêjin ku jin ji bo namzetê ne amadebû, ji lewre nedikarî tiştekî pêşkêş bike. Loma qelsbûn divê hilbijartinê de xuya dikir. Bê edaletî di rola gelek jinan û xebatên wan de hate kirin, ji ber ku em û gelek kes dizanin ku jin bi ser ket, lê mixabin di hilbijartinan de tiştên erênî zêdetir, tiştên neyênî hate mêzekirin. Ruxmê gelek mêr jî hene ku bi ser naxin, lê ev yek nayê dîtin û nayê rexnekirin. Em nikarin jinek tenê di nav komek mêr têkoşîn dike, muhasebe bikin û ez dibînim ku ev mijar xwedî xeletiyek mezin û ramanên wêrankere ku jin piştî demek dirêj serkeftina ku bi dest xistine winda bikin.

Di van demên dawî de banga jinan heye ku nûnertiya jin di sendîkayên meclîsan de hebe, hûn dikarin vê bangê binirxînin?

Her tiştêk ku tê ferizkirin ne rastiyeke. Prensîbek giştiye ku yên ku li ser kursiyê rûniştiye divê bêyî cudahî ji bo herkesî bixebite, lê ev yek em dikarin bêjin ku piraniya sendîkayan de tune ye. Lê di rastiya mijarê de dilsoziya herî mezin bi mêran re ye, ji ber ew herî zêde ne, ji lewra ev yek dihêle ku ramanên paşverû, jinan bêqimet bihêle û rast neyên dîtin. Paşguhkirin yek ji girîngtirîn sedemên bangawaziya hebûna jinê di meclîsên sendîkayan de ye ku hemû xizmet ji mêran re tên pêşkêşkirin. Jin bi xwe nivî civakê ye, niviya wê ya din jî tîne cîhanê û mezin dike. Lê cardin xebatek dijwar ji bo jinan heye ku mafê wan binpê dikin û wê bê îrade dikin. Îro jin bang dikin da ku vê paşverûtiyê bişkîne û di sendîkayên meclîsan de rola xwe bileyîze û ev bang dihêle ku namzeta jin temsîla nasnameya tevahî jinan bike.