Îdîanameya der barê kujerê Başak Cengîz de amade ye

Ji bo kujerê ku mîmar Başak Cengîz li nîvê kolanê qetil kir, cezayê muebbetê yê giran hat xwestin.

Navenda Nûçeyan- Îdîanameya der barê kujer Can Goktug Boz ê ku Mîmar Başak Cengîz li navenda kolana Ataşehîra Stenbolê bi şûr qetil kir, hat amadekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê xwest ku kujer bi sûcê “kuştina bi qestî bi hestên cinawirî an jî êşkencekirinê” cezayê muebbetê, bi sûcê “bi çekê tehdîdkirin” ji 2 sal heta 5 sal û bi sûcê “kirîn, hilgirtin û amede kirina çek, kêr û amûrên din" ji 6 meh heta salêk bi cezayê girtîgehê bê ceza kirin.
Îdîaname ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê re hat şandin. Ger îdianame bê qebûlkirin dê danişîna doza Can Goktug Boz dest pê bike.
Çi qewimî bû?
Meha borî li Ataşehîra Stenbolê, mêr ê bi navê Can Goktug Boz, bi şûrê samurayê Başak Cengîz a 28 salî ku nas nedikir, li nîvê kolanê bi giranî birîndar kiribû. Başak Cengîz a rakiribûn nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Kujer Can Goktug Boz, di îfadeya xwe de wiha goti bû “dema ku ji malê derdiket plana kuştina kesekî kiribû û ji bo ku mêr li dijî wî derkeve biryar da ku jinekê bikuje.”