Êşa malbata ku hebûna wan di tomara bajêr de nadiyar e

Fatima ya ku bi mehra mela hatiye zewicandin ji ber di fermiyetê de nehatiye tomarkirin bi salan e li gel zarokên xwe ji hemû xizmetên civakî bêpar e.

 
SENA EL-ELÎ
Heseke - Di serjimêriyên dewleta Sûriyeyê yên sala 1962’an de piraniya Kurdan nehatine tomarkirin. Wekî deverên din li bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûrî – Rojava jî ev rewş bi heman şêweyî ye û gelek welatiyên li bajêr dijîn navê wan di tomara bajêr de nîn e. Malbata Fatima a 35 salî jî yek ji malbatên li ser serjimêriya bajêr nehatine tomarkirin e. Dema ku hevjînê wê dixwaze zarokên xwe bibe tomar bike, hîn dibe ku hê ne navê wî û Fatimayê ne jî tomara zewaca wan heye. Ji ber wê jî nekarîn zarokên xwe tomar bikin û hîna jî di fermiyetê de weke ku ne ji vî bajarî ne tên dîtin. Rojekê jî li ser rê leşkerên rejîmê Fatimayê û birayê wê didin rawestandin û pirsa nasnameya wan dikin. Ji ber ne tomarkirî ne û bê nasname ne her çendî parastina xwe kiribin jî bi kêrî tiştekî nayê. Hinek mirovên nas ên wan dinasin diçin, paşê leşker bawerî bi wan tînin û wan berdidin. 
Çeteyên DAIŞ’ê hevjînê Fatma yê qetilkir
Fatima tevî 5 zarokên xwe di xaniyek bi ax a du ode yê tiyê xwe de dimîne. Her roja ku tiyê wê daxwaz dike ji xaniyê wî derkevin êşek din li êşa feqîriya Fatimayê zêde dibe. Lê ligel Fatimayê tu êş, di ser êşa windabûna hevjînê wê de nîn e. Hevjînê wê 5 sal berê di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser bajarê Hesekê de jiyana xwe ji dest dabû.   
Di dawiya hezîrana 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajarê Hesekê kirin û gelek dever dagir kirin. Di navbera mehekê de Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) bi ser çeteyan de çû û  Guwêran, Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û Fîlatê jî di navê de gelek dever ji destên çeteyan derxistin. Piştî ku hêzên parastinê deverên di destên çeteyan de girtin, herêm hemû venêrîn kirin êdî welatî vegeriyan malên xwe. 
Di vî şerî de hevjînê Fatimayê winda bû û êdî agahî jê negirt. Ji ber bê nasname bû nedikarî biçe saziyên fermî û pirsa hevjînê xwe bike. Tu belgeyên teqezkirina zewaca wê tunebû, belgeya mehra mela jî nadîtibû. Fatma jî li gorî derfetên xwe geriya, tiştek ji hevjînê xwe nezanî, dawiyê jê re gotin ku di şer de jiyana xwe ji dest daye û bêyî ku cenazeyê wî bibîne tenê ev agahî girtibû.
Ji bo tedawiya keça wê milyonek pere tê xwestin
Sê keç û du lawik bi giştî pênc zarokên Fatimayê hene. Temenê yê mezin 13 ye, keça wê ya mezin jî ji zikmakî lingê wê yek ji yekê kintir e. Ji bo tedawiya keça wê milyonek pere tê xwestin û ew jî nikare wî pereyî peyda bike, ji ber wê jî nikare keça xwe bibe nexweşxaneyê. Her çendî niha keçik pir êşê nakşîne jî bijîşk diyar dikin ku her dema derbas bibe dê êşa wê zêde bibe û bi taybetî jî dê aliyê pişta wê hîn zêdetir biêşe.
Dema ku hevjînê wê winda bûye Fatima ducanî bûye. Piştî demeke kin kurek jê re çêdibe, tu kes ji malbata hevjînê wê alîkariya wê nake û xwe berpirsyar nabîne. Hemû rojan kurê xwe dihêle, ji neçarî diçe karê ser sergoyan dike, ji bo ku zarokên xwe yên din xwedî bike. 
Malbata Fatimayê li Tirkiyê kar dikin aboriya wan baş e lê tu kes jê re alîkarî nake. Xizmên wê her jê re digotin dev ji zarokên xwe berde were li gel me kar bike.
Fatima li derdora mehekê tenê  bi nasnameya jineke berê wê nas dikir li şaradariyê kar dike lê nikare demeke dirêj bi vî awayî bixebite. Ji neçarî li malan kar dike ji bo pêdiviyên zarokên xwe bi cih bîne.
Fatima û malbata xwe tu sûd ji alîkariya komeleyên mirovî nedîtin, dema wesayîtên Heyva Sor pêdiviyên wan ên cil û xwarinê belav dikirin ji ber qeyda malbatê dixwestin û ew û zarokên xwe di qeydan de nebûn jî li wan dinêrîn.
Fatima li gel xwişk, bira û zarokên xwe ji mafê xwendinê û hemû xizmetan bê par dimînin. Ev hemû ji hişmendiya dayika Fatimayê ya ku difikirî zarokên xwe tomar neke, ji bo ku rejîm zarokên lawik nebe leşkeriyê tê. Bêyî ku li pêşeroja malbatê û zarokan bifikire, hemû bê tomar hiştiye. 
Hevjînê Fatimayê yê ku karê qesabiyê dikir xwest nasnameyê jê re derxe da ku karibe qeyda malbatê bi dest bixe, pir zehmetî dît û rewşa wî ya aborî jî nebaş bû.
Tevî êşa ku Fatima û zarokên wê dijîn jî kesê ku pê re rûdinên ji tevger û nêrîna wê ya erênî matmayî dimînin. Hêviya wê heye ku dê rojek bê û jiyana wê xweştir bibe.
Bi veguherîna 2011’an û şoreşê re jî serjimêrî û tomarek baş nehatiye kirin, careke din zewaca bi mehra mela û du kesên alîkar berdewam dike. Ev jî dibe sedema zarok ji mafê xwendinê bê par dimînin û li ser pêşeroja wan bandorên neyînî dike.