"Êrîşa li ser mamosteyên Edrarê ne ya yekem e"

Sekreterê Dewletê yê Jinên ku di Sendîkaya Cezayîrê de dixebitîn piştrast kir ku êrîşa li ser mamosteyên dibistana Burc Bacî Muxtar li wîlayeta Edrar a Cezayîrê, ne êrîşa yekem e, di berê jî êrîşan wisa li dijî dibistanê çêbûne.

NECWA REHÎM
Cezayîr – Sekreterê Dewletê yê Jinên ku di Sendîkaya Perwerdeyê ya Cezayîrê de dixebitin, Huseynî Helîma der heqê êrîşa li ser mamosteyên Burc Bacî Muxtar li ser xwepêşandana ku ji hêla sendîkayên perwerdeyê ve di 23'ê Gulanê de li pêş navenda wîlayetê û bi tevlibûna karmendên perwerdeyê ji herêmên cuda yên wîlayetê, pêk hatibû de detayên nû eşkere kirin.
Li hemberî nerazîbûnên ku ji ber êrîşên dubare li ser mamosteyên dibistana Burc Bacî Muxtar, Huseynî Helîma ji ajansa me re wiha got: "Ev xwepêşandan ji hêrsê ye û mercên ku em tê de dijîn baş nîşan dide, nemaze piştî tawana hovane ya li dijî hevalên me yên mamoste. Em dixwazin qanûnek ji bo parastina wan were derxistin."
Daxwaza mamosteyan tenê ewlehiya dibistanan bû
Der barê rewşa mamosteyên jin ên ku bi kêrê hatibûn birîndarkirin de Huseynî Helîma wiha got: "Me bi mamosteyan re di demeke kurt de têkilî danî û me wan di rewşek xirab de dît. Mamoste di nav du mehan de 16 caran rastî destdirêjî û tehdîdan hatin, sê êrîşên dawî di meha Remezanê de bûn. Mamosteyan gilî li rayedarên pêwendîdar kirin û daxwaza wan tenê ewlehiya dibistanê bû."
Huseynî Helîma teqez kir ku bêewlehîtiya di sektora perwerdeyê de li wîlayeta Edrar berpirsyariya her kesê ye û wiha got: "Bêewlehîtiya di sektora perwerdeyê de li wîlayeta Edrar berpirsyariya her kesê ye bê îstîsna û pêdivî heye ku çareyek ji êrîşên dubare re li ser mamosteyên jin were dîtin. Êrîşa li ser mamosteyên jin, binpêkirina mafên jinan li Cezayîrê ye."