Çîrokên jinên ji perwerdê bê par mane

Tevî pêşveçûnên di jiyanê de çêdibin, cihêrengiya asoyan û taybetmendiyên geşedan û bîrdoziyên heyî li Iraqê jî rêjeyek zêde zarokên keç bi zorê dibistanê terk dikin. Bi taybetî li gundan, taxên xizan û malbatên paşverû yên ku jin di wan de dijîn ji mafên xwe bêpar in.

XEFRAN EL-RADΠ
Bexda- Çîrokên gelek jinên ku di dilê xwe de hesreta daxwazên nejiyayî, xewn û xeyalên ku di nava dilê xwe de hildigirin hene. Gelek malbatên li Iraqê ji ber nêrînên paşverû, bi hincetên pûç û vala nahêlin ku zarokên wan ên keçik heta zanîngehê bixwînin. Ev yek jî dibe sedem ku bi sedan jin, piştî salan jî bi hesreta xwendinê ya di dilê xwe de bijîn. Ew jinên ku niha dayik in û zarokên wan ên keçik hene, bi fikar li pêşeroja zarokên xwe dinêrin. Çalakvan û rojnamevan Fatma Huseyîn li ser vê yekê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku perwerde ji bo jiyanê û daxwazan, asoyên cuda vedike û kesayetiya jinan xurt dike, ji bo rûbirûbûna jiyanê tecrubeyên wan ên berhevkirî bi pêş dixe. 
Ji xwendinê bêpar ma
S.M. a 35 salî dayika 5 zarokan e du keç û 3 kurên wê hene. Ew pir dudilî bû. Beriya ku behsa  astengkirina birayê xwe yê mezin ku nehişt xwendina xwe temam bike dike lê piştî ku kêliyên şermê derbas bûn wê got: "Dema ku ez mezin bûm, cara yekem dema ku ketim dewrê (nexweşiya mehane) min ji dayik û bavê xwe re got û agahiya birayê min ê mezin jî pê çêbû. Li ser vê yekê wan li hev kirin ku ez dev ji xwendin û dibistanê berdim. Di wê demê de min sedem fam nedikir, heya min digot dibe ku ji ber ez nexweş im an jî tiştêk qewimiye xeterek heye loma lê bi demê re min mijar fam kir û ew ji min re bû pirsgirêkek psîkolojîk."
Der barê xeyalên xwe yên zaroktiyê de S.M dibêje: "Wekî her zarokê xeyalên min ew bûn ku ez bibim bijîşk, ji ber ku min hez dikir ez mirovan ji xweterê xelas bikim lê mixabin min xwe  ji biryara pêşîgirtina xwendin û çûyina min a dibistanê xelas bikira."
Ji bo keçên xwe jî dibêje: "Mixabin dibe ku çarenûsa keçên min jî cuda nebe. Ji ber ku ez hîn jî di nava heman çerxa fikrên mîrasî de me. Tevî ku keça min a mezin hîn 7 salî ye jî ez ditirsim ku ew mezin bibe û taybetmendiyên wê yên fîzyolojîk werin guhertin û xwendin û çûndina wê ya dibistanê were astengkirin ji aliyê zilamên malbatê ve."
"Bi şîdetê û çend hincetan ez bi zorê ji xwendinê bêpar kirim"
Di mijara nexwendina keçan de mijarên cuda jî hene. Ji bo Î.A. ya 20 salî, ya ku nezewiciye diyar kir ku wê ji ber hevala xwe dest ji dibistanê berdaye û got: "Beriya 5 salan min dest ji dibistanê berda. Dema ku ez di dibistana navîn de bûm, piştî ku bavê min jiyana xwe ji dest da birayê min lêdan û şîdetê li min dikir û ez tehdîd dikirim da ku ez dest ji dibistanê berdim. Bi hiceta ku hevala min a ez bi wê re me li dibistanê bi hevalê wî re têkilî çêkiriye, wî ji min guman dikir. Ji ber vê ez neçar mam dest ji dibistanê berdim. Bi şîdetê û hin hincetan min bi zorê dest ji xwendinê berda."
Der barê hewldanên xwe yên ji bo xizmên wê nêrînên birayê wê biguherînin de Î.A. dibêje: “Ez çûm cem apê xwe yê mezin û min jê xwest ku birayê min razî bike, biryara xwe biguherîne û bihêle ku ez biçim dibistanê û min soz da apê xwe ku ez ê ji bo xwendina xwe bidomînim tiştên dixwaze bikim lê wî bi awayekî sar bersiva min da û ji min xwest ez li gotinên birayê xwe guhdarî bikim û pêk bînim." 
Î.A. dibîne ku xwesteka wê ya jiyanê bi demê re ji holê winda dibe û hîs dike ku temenê wê ji yê rastî pir mezintir e û hemû rojên wê wekî hev in û wiha pêde diçe: "Tiştekî pir xemgîn e, wekî ku ez li benda zewacê me û di vê mijarê de jî ez xwe dereng dibînim ji ber ku xizmên me di temenê biçûkde 14 û 15 salî de dizewicin." 
Î.A. di dawiya gotinên xwe de dibêje: "Heger ez bizewicim û keçek bînim dinyayê ez ê ji bo wê têbikoşim da ku xwendina xwe bidomîne, bi hêz be, dengê wê hebe û xwedî rol û bi bandor be."
Ji ber gotinên lawên ku dixwînin malbat nahêlin keçên wan bixwînin
H.M. 21 salî ye, li gorî nêrîna wê rewşa wê di warê xwendinê de di nava adatên malbatê de hinek ji yên din baştir e, di nava malbata wê de keç tenê dikarin xwendina xwe ya dibistana navîn biqedînin û destûr nayê dayîn ku derbasî zanîngehê bibin û xwendinê berdewam bikin. Der barê vê mijarê de ew dibêje: "Kurên apê min û birayên min ên ku zanîngeh qedandine û yên ku di zanîngehê de xwendekar in heya niha, ew her dem ji me re behsa jiyana li zanîngehê dikin, dibêjin ku li zanîgehê di navbera keç û xortan de têkilî çêdibin û tiştên hestiyarî hene ji ber vê yekê malbat nahêlin ku keçên malbatê zanîngehê bixwînin."
Perwerde ji bo jiyanê û daxwazan asoyên cuda vedike
Ji ber van çîrokên ku ne tenê beşek in ji hezar çîrokên ku di rastiyê de hene, bangên nû yên çalakvanên femînîst hene, ew dibêjin ku divê perwerdeya mecbûrî ferz bikin.
Çalakvan û rojnamevan Fatma Huseyîn dibîne ku perwerde ji bo jiyanê û daxwazan asoyên cuda vedike û kesayeta jinan xurt dike û ji bo rûbirûbûna jiyanê tecrubeyên berhevkirî bi pêş dixe. 
Çalakvan û kesayetek medyatîk Fatima Huseyîn dibîne ku perwerde ji bo jiyan û daxwazan asoyên cuda vedike, kesayetiya jinan xurt dike, û ji bo rûbirûbûna jiyanê ezmûnên berhevkirî bi pêş dixe û wiha bêde çû û got: "Perwerde û xwendin esas e ji bo geşkirina asoya fikrî, ji bo diyarkirina riya jiyanê ya herî baş. 
Perwerde ji bo geşkirina asoya ramanê diyarker e û riya çêtirîn a jiyanê destnîşan dike. Her wiha kesayetiyek diafirîne ku karibe hûrguliyên ezmûnên me yên rojane bi pêş ve bibe û kesayetek ku dikare rêvebirinê bike diafirîne."
Bi biryardariya jinan ev rewş dikare were guhertin
Fatma Huseyîn li axaftina xwe zêde dike û dibêje: "Pêşîlêgirtina keçan ji xwendinê li Iraqê bi biryarbûn û israra jinan dikare were derbaskirin, ji ber ku keçên pir zehmetî dikişandin hebûn û dihatin astengkirin lê ji ber ku ew bi biryar, cidî û îrade bûn dikaribûn vê astengiyê derbas bikin û di dawiyê de wan xwendina xwe temam kirin." 
Her wiha wê hêrsa xwe ya li ser awayên lawazkirina jinan di warê civakî de bi qedexekirina ji mafên wan ên herî bingehîn; wekî perwerde di dibistanan de da xuyakirin û got: "Hin keç hene bi qedexekirina kategorîzebûyî re rû bi rû ne û fikrandina li ser xwendinê jî qedexe ye. Ji bo nav û dengê malbatê û hin malbat hene berî ku keçên wan tiştekî şaş bikin, dibin sedema tevgera wan a şaş û wiha didomîne: "Keç hene bi qedexekirinê re rû bi rû ne û nahêlin bifikirin perwerdeya bi hinceta devjenî yan tirsa ji bo navûdengê malbatê. Hinek jî hene ku tevgerîna nebaş a keçên xwe dipejirînin ji bo bo nebe sedema reftara xirab."
Fikrên paşverû yên malbatê civakê bi sedsalan li paş dihêle
Fatma Huseyîn li axaftina xwe zêde dike û dibêje: "Fikrên paşverû yên der barê navûdengiya malbatê û bedan jinan de me bi sedsalan paşve dibe. Di civakek ku nefesa jinan muhasebe dike û tevgera zilaman a herî xirab normal dibîne û muhasebe nake de dijîn em."
Di nêrîna Fatma Huseyîn de fikra ku cihê jinê mala hevjînê wê ye êdî bandora xwe winda kiriye kewre jin rastî bûyerên şîdet û kuştinê di mala hejînê xwe de tên û zêdebûna rêjeya 
Di dawiya axaftina xwe de Fatma Huseyîn peyamek ji jinên Iraqê re şand û tê de go; "Hûn li ku derê bin, xwedî israr bin ji bo xwendinê û xwedî biryarên girîng ên çarenûsa jiyana xwe bin."