Çima qetilkirina jinan li Cezayîrê tê paşguh kirin?

tundiya li ser jinan bi her cureyên xwe ji lêdan û tecewizkirin zayandî heya bi kuştina wan bû diyardeyek civakî. Zagon û qanûnên dewletê jî weke kiryarek normal dinirxîne.

NEJWA RAHÊM
Cezayîr -Tu bertek û hêrseke civakî li hemberî kuştinê derneketibû wek ya ji bo keça ciwan Şeymei ya 18 salî ku di 4 Cotmeha 2020'an de termê wê li stasyonek sotemeniyê li bajarê Al-Siniyayê ya girêdayî parasgeha Bomirads ku 50km Rojhilata paytexta Cezayîrê dikeve. 
Tê ragihandin ku kolanên Cezayirê bi xwepêşandanên pirotesto kirinê ji tevgerên femînîst û hiquqên jin, hesabxwestina û caz ji tawanbar kirin. Lê mixabin sedema pabendbûna bi mercên pêşlêgiryinê ji bo sînorkirna belavbûna Corone ev xwepêşandan dom nekir.
Jinek nû kete rêjeya mexdûran 
Qurbaniyek nû dikeve nav rêjeya mexdûran, vîca nûçegihana Tv 4 a ku bi zimanê Amazîxî tê weşandin. Tînihnan Lasib dayîka du keçan 7 û 3 salî bû. Di 27 Çileya borî de rûpela fermî ya qenala Amazixî cazayirî kuştina rojnamevana Tînihan Lasb ragihand. Her wiha li ser malperên civakî heştaxên bi navê qurbanê hete parve kirin. Rayedaran çawa bi vê bûyerê re têkldar bûn?
Li gorî nûçeyan rojnamevan Lasib ji bo karê ragihandinê ji hêla hevjînê xwe bi serjêkirin hatiye qetilkirin, lê bavê mexdûrê Ceifer Lasib diyar kir ku piştî tundiya goftogoyek tûj di navbera wan de hevjînê wê ji banî avêtiye. 
Her wisa ewlekariya dewleta Cezayirê, di daxuyaniyek ku di 10 Sibatê de ragihand ku  sedema kuştina rojnamevan Tînihnan ji ber hijmarek bi kêran li deverên cuda ji laşê wê ji hêla hevjînê xwe xwaribû, ew radestî rayadarên dozgerê giştî yê şareza kirin. 
Rêjeya qetilkirina jinan di 2020'an de gihayî 54
Rojnamegera fermî ya femînîst Cezayîrê ku hijmara qurbaniyên jin ya 2020'an de gihayî 54 jinan, berpirsiyara rûpelê Wiam Awras diyar kir ku yên me agahiyên wan ji malperên civakî dost û hevalan girtine da ku em li ser bûyerê lêkolîn bikin.
Her wisa lê zêde kir, hijmara ku sala 2021'an gihêştiye me 5 jinin ên ku temenê wan nav bera 20 - 80 salî bi destê hevjîn, bira û zarokên xwe ve hatine qetil kirin.
Çalakvanên femînîst li dijî qetilkirina jinan têdikoşin
Çalakvana femînîst Amal Hecac di daxuyaniyek ji ajansa me (NUJINHA) re ragihand "Em nikarin bêjin hejmar zêde ye, ji ber ku hijmarek derhqê qetilkirinê de bi giştî nîne, an bûyerên tundiyê ku li dawiyê digihê qetilkirinê jî nine. Lê wek rêxistin û komelayên femînîst hijmark mezin ji tundîtûjiyê li dij jinan û ciwanan hene, da ku van mijaran gurtir bikin û balên rayeder û ragihandinan bikşînin divê zextek ji hêla rêxistinên femînîst bê kirin."
 Her wisa ji salên 2012'an ve li ser tewanên kuştina jinan li Cezayîrê ji hêla ewlehiya neteweyî û cendirmeyan ve tu statîstîkên fermî yên herêmî nînine û li gorî nivîsgeha û lêkolînên Navnetewyên Yekbûyî ku 2020'an û Cezayîr jî di nav de ji sedî 10 ji jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin, ji ber belavbûna corone bê guman tu gilî ji hêla mexdûran ve nehatiye kirin.
Amal Hicac bi tundî zihniyeta civaka Cezayirê rexne kir ku diyardeya qetilkirin û şîdeta li ser jinan rawe dikin, bêyî ku cidîbûn û xirabkirina rewşê di hundirê malbatê de û heta li kolanan binirxînin.
Gelek nimûne û dilsoziya xwe bi qurbaniyan re anî ziman, weke kuştina Şeymei ku ji bo wê xwepêşandinek girseyî di 2020'an hatibû lidarxistin, ku beşdarvanan dilsoziya xwe bi wê kirin ku ew hîn biçûke, her wiha hêrsa xwe li hemberî helwesta bavê Tînihnan ku li rex kesê keça wî kuştiye sekiniye aşkere kirin.
Van kesan du pîvan bikar tînin, çavên xwe ji gelek bûyeran re digirin û qurbaniyan bi gelek tewnbariyan diavêjin û mêrkuj rewa dikin.
Amal wisa dom kir: "Em nikarin rastiya şideta zêde ku di bin saya belavbûna corone û kirîza aborî û ji sedî 18 jinan karê xwe dest dane inkar bikin. Ji ber ku ev yek hişt jin bi demek dirêj li gel hevjîn û birayên xwe li malê bimînin."
Rayaderan bang li vedîtina çareseriyek lezgîn kir, ku li qetilkirina jinan û şidetên curbe ceur li ser wan bên girtin, tekez bi hebûnek qanûnî tawnbarkirina jinkûjî de ragihînin û got: "Ew jinin, tên kuştin, û tu mafdariyek ku qetilkirina wan bêne rawakirin nine."
Li aliyekî din rojnamevan, hiquqnas û parêzvanan tirsa zêdebûn hijmara qetilkirina jinan di dema pandemiya corone de pir bibe nîşan kirin, ji bo vê jî rêxistin û komeleyên mafên mirovan bang li zagonsazan kirin: "Qetilkirina jinan ne diyardeyek nû ye, divê rayeder çareseriyek qanûnî ku van kiryaran red bikin bibînin, ji ber ku ev jiyan û mafên jinan bin pê dikin."
bandorên derûnî li ser sucdar û mexdûran
Pispora derûnî Wesîla Hemdî bal kişand ser zêdebûna kuştin û tundiya li ser jinan di demên karatînê de dijwartir bûye, ev jî vediger e ser faktorên civakî, aborî û windabûn kar bi taybet mayîna malbatê gel hev demek dirêj, bi xwe re tirs, gumantî û bêzarî bandorek derûnî çêdike ev hemî rê li ber qetilkirinê vedike.
Wesîla wiha dom kir: "Piraniya jinan û qurbaniyan bi dubarekirina bêhêviyê jiyan dikin, nameza piştî rast hatina wan a domdar ji şidetê re, ev jî bandorek derûnî avadike û dibin qurbaniyên hêsan ji qetilkirinê re."
 Heya kengî ev qetilkirin wê dom bike?
Seroka komîteya jinan ya Sendîkaya Giştî ya karkerên Cezayîrê, Sumeye Salihî dibêje: "Nivîsên qanûnî, çi cazayî be, an çi qanûna tawanan be, nivîsên hişk in ku tawanan caza dikin, lê divê em li ser têgînana qetilkirina jinan tekez bikin ji ber ku ew xizmetî jinan nake, û em dikarin bêjin qanûnekî bi vî rengî li cezayîrê nû ye her wisa ev jî daxwaze. Em weke rêxistinên femînîst derbarên bûyerên qetilkirina jinan de lêkolînên me hene, di bi navê namûsê de da ku kiryarên xwe rawa bikin jinan didin qetilkirin û li xwe helal dikin. Niha bi awayekî aşkere û bi ifadeyên tawabar û malbatên mexdûran ev yek hate piştrast kirin."
Sumeya Salihî wiha lê zêde kir: "Em daxwaza qanûnek tawanbarkirin qetilkirina jinan û hevkariyek di navbera rayeder û hemî rayedarên berpirsiyar de hewlidanên hevbeş çêbibin, da ku rewşa heyî lêkolîn bikin, her wisa bi hînkirin û hişiyarkirnê bala her kesî bikşînin ser xeteriya vê mijarê. Divê di her astek xwendinê de bê dayîn wek dibistan, zanîngeh ku metiryale jê re bê veqatandin."
Di dawiyê de parêzer Nesîme Rewaynîya li ser zagona cezayê wisa nirxand: "Cezayên qanûnî yên di derheqî kuştina bi zanabûn an tawanbariyan de di bendên 254, 255 ku madeya 256 û madeya 261 ya qanûna cezayê de têne dîtin, hemî dozên qetilkirina jinan bi parastina parêzeran diqede. Wekî bûyera qetilkirina keça 17 salî Wîem Abdil Melêk di Tebaxa 2020'an de qewmî, dê û kurê wê hatin efokirin û bavê wê jî 3 sal ceza lê hat birîn."