Çalakvan Sureya Heqdest bi kefalet hat berdan

Çalakvan Sureya Heqdest ya ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin bi kefalet hat berdan.

Navenda Nuçeyan - Rêxistina mafê mirovan ya Îranê ragihand ku sureya Heqdest a 11 rojan li Îranê girtîbû bi kefareta 100 milyon tîmenê Îranê hate berdan. Çalakvan Sureya Heqdest 17’ê Hezîranê ji aliyê Hêzên psdarên Îranê ve li bajarê Merîwan bi tometa belavokên piropaxandayê li dijî hilbijartinên serokomariye belav kiriye hatibû girtin. Li gora rapora çalakvanên mafê mirovan ya Îranê Sureya Heqdest endama ne hikumî ya mafê mirovan li Merîwan piştî hatibû girtin şandibûn girtigeha jinan ya bajarê Sine.