Çalakiya Emîne ya “nobeta edaletê” di roja 14’an dene

Emîne Şenyaşar, li ber Edliyeya Rihayê di roja 14’emîn de çalakiya xwe berdewam dike. Dayika Emîne, diyar kir ku ew dixwaze kesên zarokên wê qetil kirine bên girtin û got: “Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim.”

 
Riha –Çalakiya rûniştinê ya Emîne Şenyaşar ku du kur û hevjînê wê di êrîşa parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin ket roja 14’an. Dayika Emîne, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bibû re, beriya 14 rojan li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar 14 roj in didome.
Malbat, serê şefeqê hat ber edliyeyê û bi duwîzên ku danîn erdê daxwaza xwe ya “Edaletê” dubare kirin. Dayika Şenyaşar, careke din pirsa “Edalet li ku ye?” kir û wiha got: “Ez dixwazim  kesên zarokên min qetil kirin bên girtin. Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim. Ger dixwazin bila min bigirin. Lê ez ê tu carî bêdeng nemînim.”
Di medyaya civakî de bi taga #JiboMalbataŞenyaşarEdalet a ji bo malbatê hatiye vekirin de, wêneyên 3 zarokên sêwî yên Celal Şenyaşar ê di bûyerê de hatibû qetilkirin hatin parvekirin û ev yek hat gotin: “Parastina mafên dayikeke dilşewat û zarokên sêwîmayî deynê stûyê me ye.”   
Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber bend û rêgiriyên edliyê dewam dike.