Çalakiya Emîne Şenyaşar a ji bo ‘edaletê’ di roja 12’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya ku Emîne Şenyaşar ji bo pekhatina edaletê çend roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê li dar dixe, tevî hemû astengiyan jî di roja 12’an de didome

 
Riha – Li Pirsûsa Rihayê çend roj beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an di 14’ê Hezîranê de ji ber êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz, hevjînê Emîne Şenyaşar Hecî Esvet, kurên wê Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Kurên wê Fadil, Ferît û Mehmed jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran Fadil dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, hatibû binçavkirin û girtin. Fadil ji roja hatiye girtin heta niha di hucreyê de bi tena serê xwe dimîne. 
Emîne Şenyaşar serê sibehê zû hat pêşiya edliyeyê, ji ber ku dawiya hefteyê bû heta ber deriyê bexçe çû û pankarta bi nivîsa “Ez ji bo hevjîn û zarokên min ên ku Nexweşxaneya Dewletê li pêş çavên min qetil kirin edaletê dixwazim” dest bi çalakiya rûniştinê kir.