4 kes bi hinceta li nêzî mala wan madeya hişbir hatiye dîtin hatin girtin!

Leşkerên ku li Licê di sergoyek de madeya hişbir dîtin, avêtin ser mala herî nêz û 2 jê jin 4 kes binçav kirin. Jinên ku tevî delîlên şênber nehatin dîtin jî hatin girtin, banga hevgirtinê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

 

Amed - Bi talîmata Wezareta Karên Hundir di 17’ê Nîsanê de li dijî gundên Spênî û Çemê Elika yên navçeya Licêya Amedê operasyona leşkerî hat lidarxistin. Di operasyonê de leşkerên ku ji gundê Cemê Elîka derbas dibûn, piştî bêhna ku kûçikan girtin li sergoyek nêzî gund bermahiyên madeya hişbir dîtin. Piştî bermahiyên hatin dîtin leşkeran avêtin ser mala herî nêzî sergoyê û 2 jê jin 4 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin, tevî tu delîlên şênber nehatin dîtin jî bi hinceta “bazirganiya madeyên hişbir” hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Jinên bi navê G.U. û E.S. ku hatin girtin, bi zarokên xwe yên 3 û 5 salî re ev mehek e di girtîgehê de tên ragirtin.

 

Avêtin ser mala herî nêz

Li gorî agahiyên ji ferdên malbatê hatine girtin, bermahiyên madeya hişbir ku kesekî din bi avakirina dezgeh difrotiye û li pişt xwe hiştiye, ji aliyê leşkerên ku derketine operasyonê ve hatiye dîtin. Ji ber ku li cihê bermahiyên madeya hişbir lê hatine dîtin kesek û malek tunebû, leşkeran avêtin ser mala herî nêzî cihê ku madeya hişbir lê hat dîtin. Di serdegirtinê de 2 kes tevî hevjînên xwe hatin binçavkirin, pîvanakeşa elektronîk a ku ji aliyê leşkeran ve li malê hat dîtin jî avêtin sergoya ku madeya hişbir lê hat dîtin.

Tu delîlên şênber nîn in!

Hevserên ku di bûyera meha Nîsanê de hat jiyîn hatibûn binçavkirin, dema derketin pêşberî dozgeriyê diyar kirin ku madeya hişbir a hatiye dîtin ne aîde wan e. Piştî îfadeyên xwe tevî ku delîlên şênber nehatin dîtin jî 2 jê jin 4 kes bi hinceta li cihê ku herî nêzî madeya hişbir in, bi sûcê “bazirganiya madeya hişbir” hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Îtîraza parêzerên dosyayê ya li ser binçavkirinê jî bi hinceta li ser pîvankeşa elektronîk a ji aliyê leşkeran ve avêtibûn qada madeya hişbir, madeya hişbir hatiye dîtin, hat redkirin.

Jin bi zarokên xwe re di girtîgehê de dimînin

Hat hînbûn jinên bi navê G.U. û E.S. ku hatine girtin bi zarokên xwe yên 3 û 5 salî re li Girtîgeha Tîpa T a Amedê tên girtin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, hat diyarkirin ku zarokên jinên li girtîgehê mexdûr bûne, bi awayekî baş nayên xwedîkirin. Jinên ku gotin bi awayekî bêsûc hatine girtin û bi rojan e bi zarokên xwe re li benda tehliyeyê ne, banga hevgirtinê kirin, xizmên girtiyan jî bal kişandin ku tevî sûcê wan tune ye jî 4 kes bi hefteyan e di girtîgehê de tên ragirtin.