30 sal ceza dan Ayşe Gokkan
Dadgehê 30 sal ceza dan Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan.
Amed- 23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Ayşeyê, Berfin Gokkan, Ozum Vurgun û Muharrem Şahin beşdarî rûniştinê bûn. Femînîst ên azad, TJA, Komeleya Jinê ya Rosayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nuran Îmir ji bo piştgiriyê li eywanê bûn. Ayşeyê dema ket eywana rûniştinê bi nîşana serfiraziyê silav da jinan.
Ayşeyê û parêzerên xwe bi kurtasî hincetên xwe diyar kirin û dan zanîn ew parastinê nakin.
Piştî navbera kurt dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê da Ayşe yê.