3 sal ceza dan rojnameger Nurcan Yalçin

Danişîna doza Nurcan Yalçin hat dîtin, 3 sal, 7 meh û 22 roj ceza lê birîn. Koalisyona Jinên Rojnameger bertek nîşanî cezayê hatî dayîn da û got: “Divê demildest biriyar bê betalkirin.”

Navenda Nûçeyan - Daneşîna biryarê ya doza di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojnamevan Nurcan Yalçin a ji heman dozê dihat darezandin tevli daneşînê nebû, parêzerê wê Resul Temur li daneşînê amade bû. Di daneşîna ku bi tespîta nasnameyan hat destpêkirin de makamê îdayê daxwaz kir ku Nurcan ji "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.
Piştre parêzer Resul Temur mafê axaftinê girt, got ku ew mutalaya makamê îdayê qebûl nakirin, wan îfade bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kirine û tu lêpirsîneke ku derbarê muwekîla wî de hatibe destpêkirin tune ye. Resul got, "di lêkolîna ku hatiye kirin de endamtiya muwekîla wî ya komeleyê berdewam dike û ji ber vê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li vê derê endamtiya muwekîla min a komeleyeke fermî hatiye lêpirsînkirin. Mafekî qanûnî wekî ku suc be hatiye nirxandin. Divê tenê li ser îfadeya kesê veşarî tu kes neyê darizandin." Resul anî ziman ku qeyda muwekîla wî ya SGK'yê ku li ku dixebite heye, îfadeya kesê veşarî derew e û berdewam kir, "Muwekîla min rojnameger e. Ji dema ku derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin de li şîrketa produksiyonê dixebite.  Ji ber vê jî muwekîla min dikare bikeve gelek qadan û nûçe bişopîne. Tu rewşeke muwekîla min ku jê bê sûcdarkirin tune ye û ez beraeta muwekîla xwe dixwazim."
Heyeta dadgehê piştî navbera ku dayê, li Nurcanê bi îdaya "bi zanebûn û bi daxwaza xwe piştgirî daye rêxistinê" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê birî, bi îdaya " propagandaya rêxistinê kiriye" jî salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî. Bi giştî heyeta dadgehê li Nurcanê 3 sal 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî.
Herwiha dadgehê derbarê Nurcanê de biryara qedexeya kontrola edlî jî da.
“Bila biriyar demildest bê betalkirin”
Koalisyona Jinên Rojnameger (CFWIJ) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayê li rojnamevan Nurcan Yalçin hatî birîn da û got: “Bi îdiayên weke ‘bi zanebûn û bi daxwaza xwe piştgirî daye rêxistinê’ 2 sal û mehek cezayê girtîgehê, bi îdaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ jî salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê bi giştî heyeta dadgehê li Nurcanê 3 sal 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî. Em weke CFWIJ daxwaz dikin ku demildest cezayê li Nurcan hatî birîn bê belatkirin. #Rojnamegerî Ne Suce.”