20 kiryarên destdirêjî kiribûn hatin berdan!

Li Ataşehîrê zarokek rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a 20 kesan hat ku di nav wan de bav, bira, ap û mamosteyên wê jî hene. Kiryar serbest hatin berdan. Hat diyarkirin ku mamosteyên sûcdar jî erka xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan- Zarokek li Ataşehîra Stenbolê, di 8’ê Kanûna 2020’an de çû qereqolê û got ku ew bi salan e ji hêla 20 kesan ve ku di nav de bav, bira û apê wê jî hene, rastî îstîsmara zayendî hatiye û gilî kir.
Zarokê ku xwendekarê dibistana navîn e, ji hevalên xwe re qala serpêhatiyên xwe kir. Hat hinbûy ku zarok ji aliyê hevalê xwe, 3 mamoste û birayê xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatiye û zarokekî din jî ku xizmekî wê ye, ji aliyê zavayê xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatiye. Bi bihîstina bûyerê re, zarok di 8’ê Kanûna 2020’an de çû qereqolê û der barê 20 kesên ku wê rastî îstîsmara zayendî kirine gilî kir.
Tenê 25 roj girtî man
E.A. ya li dibistanek li Ataşehîrê wekî midûr dixebitî, mamosteyên H.D. û T.S. û apê zarok A.S., bavê wê T.S. û 7 kesên ku hevalên bavê bûn ev îdia red kirin. Piştî girtiya îfadeya A.S., T.S. û 7 hevalên T.S. hat girtin û piştî 25 rojan hatin berdan. Hat destnîşankirin ku mamoste hê jî erkên xwe didomînin. İ.S. û hevalên pismamê wî A.Y., A.Ç., B.A., F.R., F.A., A.Y. û M.K. Wan jî îdîa red kirin. Bi hinceta ku ew di bin 18 saliyê de xizmê zaroka ku îfade da Şubeya Zarokan Î.S. û îdîa hevalên xizmên wê A.Y., A.Ç., B.A., F.R., F.A., A.Y. û M.K. jî nehat qebûlkirin. 
Hîn zarokên din jî hene
Zarok îfade da polîsan got ku hevala wê jî wekî wê, li dibistanê ji aliyê mamoste û birayê xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatiye. Piştî ku bûyer ji polêsan re hat ragihandin, hat îdiakirin ku malbata hevalê wê yê dibistanê bi guherandina paşnavên xwe ji Stenbolê bar kirine. Malbata zarokê din, ku xizmên wan e, gilî jî kiryaran nekir.
Pisporan gotinên zarok piştrast kirin 
Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê, midûrê dibistanê E.A. mamostayên bi navê H.D. û T.S. Bi îdîanameya "îstîsmara zayendî ya bi li dijî zarokan" û "mehrûmiyeta ji azadiyê" îdîaname amade kir. Îdîaname ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluya Stenbolê ve hat qebûlkirin. Di heman demê de, pisporan gotinên zarok pêbawer dîtin.