14 jinên doz lê hatibûn vekirin hatin beraetkirin

Di nav de Dayikên Aştiyê jî heyî ji 15 kesên ku doza wan hat dîntin 14 hatin beraetkirin.

 
Stenbol- Di nav wan de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê ya berê Asiye Kolçak û Dayikên Aştiyê jî heyî di  5'ê Gulana 2018'an de 15 jinên hatibûn binçavkirin bi îdayaya "endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê"  derbarê wan de doz hatibû vekirin. Daneşîna biryarê ya dozê li Edliyeya Çaglayanê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên cih girtin parastin kirin.
Heyeta dadgehê ku piştî parastinê biryara xwe aşkera kir, derbarê Ayşe Yildiz, Ayten Ay, Elîf Berk, Serap Mutlu, Emîne Erbek, Rihan Akgul, Arîfe Çinar, Asiye Kolçak, Zeynep Calihan, Canşah Çelîk, Hatîce Kocaman Aynur Daşdogern, Yeşîm Keleş û Fatma Kaya de biryara beraetê da. Heyetê li Menduhe Bîcermen jî bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê birî.