10’emîn runiştina doza Gultan Kişanak û Sebaht Tuncel hat dîtin

10'emîn danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - 10'emîn danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel ku bi îdeaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" girtî tên darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Gultan Kişanak ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê û parêzerên wan Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Prz. Mehmet Emin Aktar û PRZ. Mesut Beştaş, ji Amedê bi rêya SEGBîS'ê tev li danişînê bûn. Sabahat Tuncel jî ji ber sewqa tev li danişînê nebû. Beriya danişînê polîsan avahiya edliyê dorpêç kir. Heyeta dadgehê biryar da ku dosya têkildarî Komeleya Sarmaşikê ya ku li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat dîtin bi vê dosyayê re bike yek. 
Gultan, bi rêya SEGBÎS'ê parastin kir û anî ziman dosya û dozê li wê hatine vekirin bi zext û tundiya siyasî li wê hatine vekirin û xwest hiqûq li dijî van zextên siyasî serî netewîne. 
Parêzerê Gultan, Mehmet Emin Aktar jî parastin kir û anî ziman ku Gultan 4 salin bi awayekî sanal tê darizandin û wiha got: "Em rûyê hev nabînin û hev dadirizînin. Ev darizandinek keyfî ye. Ev yek îhlala hiqûqê ye." 
Heyetê doz taloqî 21'ê Gulanê kir.